Ji Emîne Şenyaşar li hemberî dorpêça polîsan bertek: Ev çi edalet e!
Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê ya ku li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin roja 533'emîn de di bin dorpêça polîsan de didomîne. Emîne Şenyaşar a bi gotinan “Ev çi dewlet e, ev çi edalet e” bertek nîşan da, banga piştgiriyê kir.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 533’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê wê di saetên serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê.
Dest danîn ser doşeka ku Emîne Şenyaşar!
Malbata Şenyaşar ku ji 8’ê Tebaxê û vir ve bi ‘biryara dozgeriyê’ ji aliyê polîsan ve li ber siya edliyeyê rûniştina wan tê qedexekirin. Dayik û kurê wê beriya nobet dest pê bike ketin edliyeyê û xwestin bi dozgerê dozê re hevdîtinê bikin. Lê belê tevî ku li dozgeriyê li ser kar bû jî nexwest bi malbatê re hevdîtinê bike. Li ser vê yekê malbatê nobeta xwe li ber deriye edliyeyê di bin siye de da destpêkirin.Tevî ku polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê xwest malbatê asteng bike jî Emîne Şenyaşar nobeta xwe berdewam kir. Li ser vê yekê polîsan dest danîn ser doşeka ku Emîne Şenyaşar lê rûniştibû. Piştî wê dayik û kurê wê ji aliyê bi dehan polîsan ve hatin dorpêçkirin. Rojnamegerên ku xwestin di nobetê de dîmen bikşînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
“Ev çi dewlet e, ev çi edalet e”
Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî dorpêçê da, bang li Serokomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan kir û wiha pirsî: “Zarokên te jî hene. Ma hûn vê zilmê nabînin? Ma wijdanê te tune ye? Em du kes man e, werin me jî bikujin. Kesê ku dengê me bibihîze tune ye gelo? Ev çi dewlet e, ev çi edalet e? Êdî nikarim vê êşê rakim. We malbata min qetil kir, bila her kes li dijî vê zilmê rabe, êdî bes e! Ev çi bêwijdanî ye, çima edalet pêk nayê. Hûn çima wekîlê xwe diparêzin.”
Gefa binçavkirinê
Polîsan ji parêzerên ku hatine ber avahiya edliyeyê re gotin “Malbatê îqna bikin û ji vir rakin, an em ê wan binçav bikin” û gef li malbatê xwarin. Parêzerên malbatê hewldanên xwe yên ji bo hevdîtinê bi Alîkarê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re didomînin. Hewara Emîne Şenyaşar a di bin dorpêça polîsan de ye, li ber edliyeyê deng vedide.