Xizmên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Em vê zilmê qebûl nakin
Xizmên girtiyan ên ku Nobeta Edaletê 240 roj in didomînin, bi gotina “Em vê zilmê îro jî qebûl nakin, dê sibê jî qebûl nekin” xwestin, Girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin, bên berdan.
Amed - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dane destpêkirin, di roja 240’emîn de berdewam kir. Malbatan îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) li hev civiyan. Xizma girtî Încî Guler a di çalakî de axivî, da zanîn ku 9 meh in daxwaza edaletê dikin.
“Girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin, berdin”
Încî Guler di berdewamiya axaftina xwe de bang li partiyên siyasî kir û wiha pirs kir: “Ew qanûnên nayên pêkanîn bi îmzeya we derketin. Lê hûn xwedî îmzeyên xwe jî dernakevin. Çawa ku hûn xwedî li xwe dernakevin, nikarîn xwedî namûsa xwe jî derbikevin. Hûn ê çawa xwedî li zarokên me derkevin?” Încî Guler, xwest girtiyên nexweş û yên berdana wan hatine taloqkirin bên berdan.
Li hemberî bêdengiyê bertek
Încî Guler a bertek nîşanî bêdengiya li hemberî daxwazên ku bi mehane tînin ziman da, wiha axivî: “Edalet îro ji me ra dê sibê ji wan re pêwîst bike. Girtiyên me yên nexweş nayên dermankirin. Bi taybetî doktorên ku bi sondxwarinê dest bi xebatê dikin divê sonda xwe bicih bînin. Încî Guler, destnîşan kir ku weke xizmên girtiyan daxwaza tiştekî cuda nakin, tenê dixwazin mafên girtî bên dayîn.
Încî Guler herî dawî wiha got: “Ger îro dewlet vê neheqiyê dike, bila baş zanibin ku ev zilm îro li me dê sibê jî li wan bê kirin. Em vê zilmê îro jî qebûl nakin, dê sibê jî qebûl nekin.”