Şer zarokan dikuje: Li Yemenê di meha Hezîranê de 21 zarok jiyana xwe ji dest dan

Belavbûna berfireh a mayîn û bermahiyên teqemenî yên şer li Yemenê metirsiyek mezin li ser jiyana gel û bi taybetî jî li ser zarokan ava dike. Di meha Hezîran de 21 zarok ji ber bermahiyên şer jiyana xwe jidest dan.

Navenda Nûçeyan – Şer û pevçûnên tên jiyîn herî zêde jî bandora xwe li ser jiyana zarokan dike. Li Yemenê tenê di meha Hezîranê de 21 zarokên ku bi xwe re hêviyên pêşerojê jî mezin dikirin bûn qûrbaniyên şer û pevçûnên ku bi aqil û hişmendiya desthilatê tê meşandin.

Komîsyona Ewropayê diyar kir ku di meha Hezîranê de li Yemenê ji ber teqîna mayîn, top û bermahiyên şer 21 jê zarok 68 sivîl jiyana xwe jidest dan.

Di meha Hezîranê de 21 zarok û 68 sîvîl jiyana xwe jidest dan

Beşa Operasyonên Parastina Sivîl û Alîkariya Mirovî ya Ewropayê ya Komîsyona Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku tenê di meha Hezîranê de li Yemenê 21 zarok di encama bermahiyên şer de jiyana xwe jidest dan û 68 kes ji ber teqîna mayînan jiyana xwe jidest dan. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Digel ku ji destpêka agirbesta di 2’yê Nîsana 2022’an vir ve di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî da hejmara kuştiyên sivîl kêm bûye, belavbûna bermahiyên şer li Yemenê hê jî metirsiyeke mezin e ji bo sivîl, bi taybetî kesên derbider ên ku vedigerin malên xwe.”

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku bermahiyên şer bi taybetî ji bo zarokan li ser tevahî gelên li heremê metirsiyek mezin dide avakirin. Daxuyaniyê teqez kir ku rakirina mayin û teqemeniyan ji bo mebestên mirovî karekî pêşîn e li Yemenê.

Di nav 4 salan de li Yemenê hezar û 800 sivîl jiyana xwe jidest dan

Nivîsîngeha Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê 4’ê Nîsanê eşkere kir ku di heyama 4 salan de li çend parêzgehên Yemenê hezar û 800 sivîl ji ber bermahiyên şer û teqemeniyan jiyana xwe jidest dane an jî birîndar bûne.