Dayikên Şemiyê: Ji me re behsa hiqûqê nekin!

Dayikên Şemiyê, bi van pirsan bersiva daxuyaniya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Hayatî Yazici dan: “202 hefte ye Meydana Galatasarayê di dorpêça polîsan de ye, gelo çima? Çima hûn çalakiya ji bo windayên me asteng dikin?”

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici, di daxuyaniya ku duh dabû de, wiha gotibû: “ Li welatên demokratîk mafê her welatiyî heye ku di çarçoveya qanûnan de xwepêşandan û protestoyan li dar bixin.” Dayikên Şemiyê ku ji hefteya 700’emîn ve Meydana Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê li wan hatiye qedexekirin, bi daxuyaniya dan re bersiva daxuyaniya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici dan.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev daxuyanî dan:

“Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici gotiye, ‘li welatek demokratîk mafê her welatiyî heye ku di çarçoveya qanûnan de xwepêşandan û protestoyan li dar bixin’. Lê gelo çima dema em vî mafê xwe bikar tînin, rastî tundiya polîsan tên? Hişbe Yazici. Qet nebe hişbin. Maf û azadiyên me hatine desteserkirin, qet nebe behsa demokrasî, maf û hiqûqê ji me re nekin. 202 hefte ye Meydana Galatasarayê di dorpêça polîsan de ye, gelo çima? Çima hûn çalakiya ji bo windayên me asteng dikin?”