Nobeta edaletê di roja xwe 491’emîn de ye
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê 491 rojin bê navber didomînin, wiha gotin: “Ger Tirkiye dewletek hiqûqê be, ev zilm çima berdewam bike.”
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 491’an de didome. Malbata Şenyaşar tevî ku ji ber Cejna Qurbanê edliyê girtiye jî, ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yên medyayê bi etîketa hesabên Serokomar Erdogan, Wezareta Dadê, Bekîr Bozdag, Walî Salih Ayhan ev parvekirin kir: “Li ber deriyê Edliyeya Rihayê dayikek e ku 491 roj in li benda edaletê ye heye. Ger Tirkiye dewletek hiqûqê be, ev zilm çima berdewam bike...