Xizanî li Xezayê tundiya nava malê zêdetir dike
Baştirînkirina rewşa xizaniyê û bidest girtina sedemên xizaniyê yek ji rêbazên li hemberî tûndiya aborî parastina jinan e. Bi armanca çareserkirina xizaniya ku li Xezayê tê jiyîn û nîqaşkirina bandorên wê yê li ser jinê civînek guftûgoyê hat lidarxistin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Komîteya Gel a Ji Bo Penaberan li Xezayê li ser babeta tundiya ku xwe dispêre zayendparêziya civakî û çavkaniya xwe ji xizaniyê digre, civînek guftûgoyê hat lidar xist. Beşdarvanên civînê bal lê kişandin ku xizmet û pêdiviyên pêwist ên li ser heremên dûr dê bandora tundiya aborî û civakî ya li ser jinan kêmtirîn bike.
“Yên herî zêde ji xizaniyê bandor dibin jin û zarok in”
Çalakvana femînist Amal Al-Kafarna destnîşan kir ku piştî şer û dorpêça ku li heremê tê jiyîn, binesazî neyînî bandor bû ji bo başkirina bi lez alîkariyek mezin hewce dike. Komên herî zêde tên bikaranîn û bandor bûne jin û zarok in.
Amal Al-Kafarna dest nîşan kir ku herêmên marjînal di warê binesaziya de pir xirab in û ev yek jî bi gihandina xizmet û sektoran ji bo jinan zehmet dike û bi kêmbûna jiyaneke minasib ya mirovan tê temsîlkirin. Amal Al-Kafarna bal kişand ku ji ber jin nîvê civakê pêk tînin, di pêkanînan kampanyayên çewisandin û parêzvaniyê, daxwaza mafên xwe û piştgirîkirina rêxistinên jinan ên li herêman dikin û bi rêya hinek mûçeyên ku didin jinan, di başkirina binêsaziyê de xwedî roleke giring in.
“Pêwistî bi piştgiriyê heye”
Amal Al-Kafarna Amal Al-Kafarna bang li rayedarên peywendîdar kir ku, li gel komkirina hejmarên rastîn ên jinan li deverên marjinal ya ji aliyê rêxistinên jinan, ji bo daxwaz û pêdiviyên jinan daxwaz bikin, kampanyayên zext û parêzvaniyê li dar bixin û bi rayedarên pêwendîdar re rûniştinan pêk bînin. Bi taybetî li herêmê ji bilî ji van re dabînkirina xizmet û pêdiviyên pêwîst, ji bo kêmkirina bandora tundiya civakî û aborî ya bi taybetî li ser malbatê bi giştî û li ser jinan, pêwistî piştgiriyê heye.
“Xizanî bandoreke neyînî li rastiya jinan dike”
Berpirsa Doza Jinan a Komîteya Gel Sophia El-Şerefî jî derbarê vê mijarê de wiha got: “Xizanî û xirabûna şert û mercên aborî û siyasî, ji bilî dorpêçkirina berdewam dike û nebûna derfetên kar, bandoreke neyînî li rastiya jinan kir. Ev yek xizaniyê zêdetir xirab dike û ev jî dibe sedema rêjeyên bilind ên tundiya nav malê û kombûna zext û pirsgirêkên derûnî ya ji dema jin ducanî dibin.”