Bi armanca pêşxistina hişmendiyê dewreyek perwerdeyê hat vekirin
Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Kantona hesekê bi armanca pêşxistina hişmendiyê li ser esasê hevjiyana azad dewreyek perwerdeyê vekir.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Di her demê de perwerde ji bo mirovan girîng û pêwîst e. Bi taybetî di aliyê pêşxistina hişmendiya mirovan de ji bo kar û xebat bi rengekî pêşketî û bê pirsgirêk berdewam bikin pêdiviyek esas e. Bi armanca pêşxistina hişmendiyê û xurtkirina kar û xebatên saziyan Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê dewreyek perwerdeyê ji bo hefteyek vekir. Ev dewre ji 14 endamên saziyan re Meclisa Malbatên Şehîdan, qada civakî, şaredarî û Komîteya Perwerdeyê li navnenda Komîteya Perwerdeyê ya taxa Merşo ya bajarê Hesekê hat vekirin. Waneyên perwerdeyê Neteweya Demokratîk û rehenda hevjiyana azad û jinlojî ye. Têkldarî vê mijarê komîsyona waneya jinelojî û endama navenda jinelojî ya Kantona Hesekê Eliya Osman axivî.
“Pirsgirêkên ku derdikevin holê hemû sedema wan hişmendî ye”
Endama komîsyona waneya jinlojiyê, Eliya Osman teqez kir ku zanista jinolojî rê li ber pirsgirêkên civakê digre û wiha anî ziman: “Belavbûna zanista jinelojiyê di nava civakê de pir girîng e, ji ber ku hemû pirsgirêkên civakê ji ber hişmendiya ku bi hezaran salan hatine rûniştandin e. Dema em zanista jinelojî ku hevjiyana azad esas digre, pêk bînin, wê demê dê wekhevî di navbera jin û mêr, civak û xwezayê de were avakirin. Bi guhertina hişmendiyê wê rê li ber hemû pirsgirêkên civakî were girtin û kar û xebat bi rengekî baş werin meşandin. Ji bo ku em bikaribin ji hişmendiya desthiladariyê xelas bibin divê ku em rola jinan di civakê de aktîf bikin ku em wekheviyek di nava civakê de bidin avakirin. Ji bo wê jî pêwîstiya her kesê bi naskirina zanista jinan heye. Em bi riya jinlojiyê dixwazin civakek wekhev û rast li ser esasê hevjiyana azad bidin avakirin.”
“Perwerde zanîna mirovan bi pêş dixe”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed da zanîn ku armanca bi tevlibûna perwerdeyê pêşxistin û rêxistinbûyîna kar û xebatan e û wiha axaftina xwe domand: “Perwerde ji bo her mirovî girîng e, di riya wê de mirov şaşî û rastiyê ji hev derdixe, çiqas mirov tevli perwerdeyan bibe ewqas wê di bi pêş bikeve. Dewreya me ji saet 9 heta seat 3’yan bi dawî dibe. Waneyên ku me li ser perwerde dibînin pir girîng in. Dema em di milê hişmendiyê de xwe xurt bikin em ê bikaribin kar û xebatên xwe bi pêş bixin û baş xwe bi rêxistin bikin. Em spasiya Komîteya Perwerdeyê dikin ku derfet da me em tevli perwerdeyê bibin û jê sûd bigrin.”