Meclîsa Federal a Almanyayê jenosîda li ser Êzidiyan nas kir

Parlamentoya Almanyayê komkujiya 2014’an a li dijî Êzidiyan bi fermî weke jenosîd qebûl kir.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Federal a Almanyayê duh bi yekdengî biryara li ser 3’ê Tebaxa 2014’ê ya li dijî qirkirina Êzdiyan ragihand ku bi hezaran kes koçber bûn, bi hezaran kes hatin kuştin û nêzîkî 5 hezar jin jî hatine revandin.

Endamê Partiya Keskan a Elmanyayê Max Lax got: "Ev pêngaveke girîng e ji bo derbaskirina rewşa dijwar a ku hatiye serê Êzidiyan û di heman demê de dabînkirina jiyaneke aram ji bo Êzdiyan armanca me ye.”

Di Gulana sala 2021’an de komek lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî gotibûn ku belgeyên tam hene ku DAIŞ’ê li dijî êzdiyan jenosîd pêk aniye, her wiha di mijdara sala borî de dadgeheke Almanyayê naskirina komkujiya Êzdiyan ragihandibû.