Bi boneya cejnê gel çûn serdana goristanan

Bi boneya Cejna Qurbanê li seranserê Rojavayê Kurdistanê gel serdana goristanan kir.

Navenda Nûçeyan – Bi hatina cejna qûrbanê re li seranserê Rojavayê Kurdistanê gel danê siharê çûn goristanên şehîdan û cejnê li zarokên xwe yên şehîd pîroz kirin.

Şehba

Li goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê yê li navçeya Ehrez ê kantona Şehbayê duh bi êvarê mûm li ser gorên pakrewanan hat pêxistin. Îro sibehê jî gel car din berê xwe dan goristanê.

Çalakiya her du rojan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir û endamê Tevgera Ciwanan a herêma Efrîn Reşîd Efrîn ve axivî. Di axaftinê de Reşîd Efrîn wiha got: "Em hemû pakrewanên xwe bi rêzdarî bîr tînin û cejna wan pîroz dikin. Gelê Efrînê di bin şert û mercên koçberiyê de bû 4 sal in cejina xwe li Şehbayê berxwedêr pîroz dikin. Em wek ciwanên Efrînê li ser şopa şehîdên xwe dimeşin û soza tolhildana wan di vê cejinê de careke din nû dikin."

Di çalakiya îro de jî Rêvebera herêma Efrîn Nisrîn Mihemed axivî, Nisrîn Mihemed tekez kir ku wê bi rihê berxwedanê Efrîn rizgar bikin, cejna xwe li wir pîroz bikin û wiha pê da çû: "Em wek xelkê Efrînê Cejina Qurbanê li hemû mislimanên cîhanê pîroz dikin. Li dijî êrîş û gefên ku tên kirin em bi rihê pakrewanên xwe li berxwe didin û em ê tu carî vê hêviyê qutEm bi hêvî ne cejina bê li Efrînek rizgarkirî pîroz bikin."

Hesekê

Di her cejnê de dayik û malbatên şehîdan despêkê berê xwe didin Goristana Şehîd Medya û Dijwar û cejna cangoriyên azadiyê pîroz dikin. Îro bi boneya Cejna Qurbanê bi hezaran gelê bajarê Hesekê Cejna Qurbanê li zarokê xwe yê şehîd pîroz kirin.

Qamişlo             

Duh êvarî welatiyên Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana gorên zarokên xwe kirin û find vêxistin.

Îro jî beriya ku roj derkeve ava, bi hezaran gel ji hemû aliyên Qamişloyê berê xwe da goristana Delîl Saroxan, cejn hev pîroz kirin û şekir li ser gorên zarokên xwe belav kirin.