Xeyalên zarokên di nava şer de mezin dibin
SORGUL ŞÊXO
Bê guman, gelek aliyên ku di şer de zirarê dide mirovan heye. Helbet, di nava şer de jî herî zêde zirar li deruniya zarokan, kesên temen mezin û yên astengdar zirar dibe. Em nikarin bi nûçeyekê bêjin ev gund hatiye topbaran kirin ango tê topbarankirin û derbas bibin ji ber ev rewş, metirsî û derûniya ku ew top hewayeke çawa li ser zarok û dayikan dide çêkirin heye. Hewcehî bi lêveger û yê ku me berê anîbûn ziman carekdinê pêre îfade kirinê heye ku em bikarin rewşa heyî bi hemû aliyê wê ve bidin dîtin.
Tiştên ku tên jiyîn, çiqas pênûs binivîse jî nikare tam wan hestan bide îfade kirin, ji ber gelek kite kitên wê hene, ancax bi jiyînê heman hestî mirov hîs bike. Em ji mijara xwe dûrnekevin û vegerin kêliyên ku topbaran çêdibe, dayik çi hîs dike û zirareke çawa ji derdorê bandor dibe. Dema ku topbaran çêdibe, wekî detayên fîlmên şer mirov xeyal dike, lê bi rastî sivîl di bin topbaranê de di navbera jiyan û mirinê de dimînin. Ev yek ji aliyê cîhanê ve nayê dîtin, çimkî berê li ser xwîna gelan û comcome ango qaf û hestiyên mirovan împratorî û dewleta xwe dane avakirin. Mînaka herî berbiçav jî dewleta tirk a dagirker e, li ser xwîn, comcome û hestiyên gelê kurd, ermen, aşûr û suryaniyên ku di komkujiyên cûda re derbas kirin, dewleta xwe dane avakirin.
Bi giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koçberên ji deverên din ên Sûriyê ji ber şerê li Sûriyê qawimiyî ji cihê xwe bûne bûye sitargeh û xwe spartibûn van herêmên ku ji wan re bûyî cihê ku wan bi hemû germahiya xwe hembêz kirin e. Niha jî xewna sivîlên di xeta agir de bi dewleta tirk a dagirker re têkoşîna hebûnê didin bûye nehilweşîna banê mala wan. Li gel hemû zehemtiyan jî herêmên ji aliyê rêveberiya xweser ve bi pêşengiya jinê tê rêveberin cihê bi ewleye û li gel topbarana xeta sînro jî jin di gundên tên topbaran kirin de pêşengiya carekdin avakirina gund û vegera li jiyanê dikin. Bi van hewildanên xwe didin nîşandan ku jina dergûşê dihejîne, bi destê xwe yê çep jî dikare cîhanê bihejîne.
Şer bandoreke neyinî li ser têkiliyên civakî jî dike. Weke mînak li gundewarên xeta sînorê Til Temir zarokên di nava topbarana rojên derbasbûyî de tirsiyane bişev di xewê de qêr dikin û bi cihê xwe de dimîzin. Gelek caran jî tî û birçî li ber dengê top, balafir û çekên giran radizên. Hinek caran hêza dayikên dil aram ên dixwazin zarokan aram bikin ku netirsin û rewşa heyî bandorê li wan neke jî têr nake û zarok ji tiştên dibînin bandor dibin. Dayik destê xwe datîne ser guhê zarokan da ku deng neçe wan û di xew de veneciniqin. Carnan jî ji wan re stran dibêjin da ku dengê topan negirin û netirsin. Carnan jî dema topbaran giran dibe, wan ji xew şiyar dike û ber bi strageheke ewle ve dibezînin. Di şer de mirov nikare li ser mijarek baş bihizire, helbet şer bandorê li ser hizirînê jî dike. Dema ku em diçin gundên ku dikevin xeta agir gelek kesên ku xwe spartine dîwarekî ango li qoncikekî malê rûniştîne û kûr dihizirin ku di çavên wan de mirov diçe cîhaneke din, dibînin. Yên di nava şer de dijîn, ji rastiya heyî dibezin qoncikekî, hinek ber bi xewê û hizirînê ve diçin an jî tiştekî din dikin.
Ew dayika ku zarokê xwe diparêze, di navbera xwe de dihizire û dibêje; kîjan kêliyê dibe ku topek li ser mala min a ku zêdetirî 50 sal in di bin sîwana wê de dijîn, bikeve û hemû zarok û malbata min qetil bike. Şer bandorê li ser têkiliyên zarokan ên bi hev re, lîstokên ku dilîzin û birînên ku di hundirê hev de dibin sedema wê, ava dikin. Ger mirov behs bike, em ê jinên dûcanî, zarokên ku ji çûyîn û dîtina perwerdeyên di hundirê refê de li dibistanê ji bîr nekin. Em ê ji bîr nekin ku ew zaroka ku nû wê çavên xwe li cîhanê veke û bi ewqase êş re bijî, hemû rastiyên dagirkeran bibîne û hovetiya wan jiyan bike. Ruxmî ewqase bandora şer û zirarên ku li derûniya wan sivîlan dibe, lê ew sekna wan tenê hêja ye ku mirov wan wekî berxwedêr pênase bike. Her kes bi çeka xwe li ser vê axê li ber xwe dide. Sivîl bi sekin, şervan bi çek, mamoste bi pênûs û rojnemevan bi objektîfa kamîreya xwe li ser vê axê şerê hebûnê dikin û berxwedana dîrokî diteyisînin.