Wezareta Mexribê peymana wekheviya zayendî îmze kir
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Mexribê û Foruma Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku peymana hatiye îmzekirin ji bo pêkanîna wekheviya zayendî ye û dê di vî warî de xebatên bên kirin bişopînin.

Mexrib - Wezareta Hevgirtin, Yekgirtûya Civakî û Malbatê û Foruma Neteweyên Yekbûyî a Şêniyê ya Mexribê ji bo piştgirîkirina pêşengên neteweyî yên di warê wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî de peymanek hevkariyê îmze kirin.
Wezaretê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hevkariya wan li gorî armancên modela nû ya geşedanê ye, hewl dide ku piştgîriya pêşîneyên neteweyî bike ji bo şopandina xebatên nû yên di warê wekheviya zayendî de hatiye pejirandin. Daxuyaniyê tekez kir ku ev hevkarî ji bo bihêzkirina destkeftiyên di warê mafên jinan û têkoşîna li dijî tundiya zayendî de ye û wiha domand: “Bi alîkariya pêşkêşkirina xizmetguzariyên bi kalîte ji bo lênêrîna jin û keçên ciwan ku ji tundiyê rizgar bûne. Her wiha piştgirîkirina ji bo bihêzkirina jinên serperişt ku malbatên xwe xwedî dikin û pêşxistina mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet. Ev hevkarî dê bi piştgiriya karûbarên cîhanî ya Kanada û Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê pêk were.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê xebata hevpar de hewceye tedbîrên ji bo xurtkirina rola malbatê tê xwestin berçavan re were derbaskirin ji ber ku ew motîva sereke ya pêşketina berfireh û domdar e, digel bersivdana kêşeyên ku ji ber pandemiya korona derketine û bertekên wê yên neyînî li ser hemî aliyên jiyanê.