Jinên li Sûriyeyê nûneratiyek adil dixwazin

Aktîvîstên jin ên Sûriyeyê, destnîşan kirin ku jin di cihên biryardayînê de ne xwedî hebûnek rastîn in û ev jî daxwazên ji bo kotaya jinan dike hewcedariyek.

LEMÎS NASIR

Şam – Li gorî rewşa heyî ya Sûriyeyê û bi avakirina rêveberiya demkî ya vê dawiyê re, nebûna jinan a li cihên biryardanê, bi awayekî zelal aşkera ye. Di nava rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de tenê wezîrek jin heye û rola jinan di rêvebirina welêt de, tevî jêhatîbûna wan a îsbatkirî di salên şer de, bi berfirehî tê piştguhkirin.

Aktîvîstên jin ên Sûriyeyê destnîşan kirin ku destûra bingehîn a Sûriyeyê tu madeyên ku mafên jinan diparêzin an beşdariya wan a siyasî garantî dikin, nagirê nav xwe. Ev yek derî li ber bangên ji bo reformên destûrî vedike. Destûra ku kotayek zelal a jinan a di çalakiya siyasî de garantî dike ku tê wateya kotayek herî kêm ji sedî 30'yî.

'Dûrxistina jinan dûrxistina ji civakê ye'

Çalakvana sivîl û jinan Hanîn Ehmed bawer dike ku temsîliyeta lawaz a jinan di wezaretan de ne tenê kêmasiyeke kozmetîkî ye, her wiha îfadeyeke cudakariya sîstematîk a li ser bingeha zayendî ye jî. Hanîn Ehmed destnîşan kir ku di hemû pozîsyonên biryardayînê yên ku di demên dawî de hatine tayînkirin, hebûna jinan tune ye û wiha pê de çû: “Ev nebûn neyînî ye. Ji ber ku welat ji enerjiyên girîng ên ku jinên Sûrî ji ber ezmûna wan a berfireh a di salên borî de xwedî ne, bêpar dike. Paşguhkirina jinan a di pêkhateyên wezîran û cihên bilind de, civaka Sûriyeyê ji beşdariya tam a di avakirina paşeroja xwe de bêpar dike. Jinan îspat kirine ku dikarin rêberiya saziyan bikin û xizmeta civakê bikin. Dûrxistina wan tê wateya dûrxistina nîvê civakê ji projeya avakirina dewletê."

'Divê guhertinek di avahiya siyasî û çandî de hebe'

Hanîn Ehmed derbarê mijara koteyên jinan de got ku çalakvanên jin di encumenên yasadanîn û hikûmetê de kotayek herî kêm ji sedî 30 dixwazin. Hanîn anî ziman ku ji ber dûrxistina jinan a ji qada siyasî û cihên biryardanê, kota di vê qonaxa veguhêz de wek gavek pêwîst û bingehîn dimîne. Hanîn da zanîn ku bidestxistina temsîliyeta dadperwerane ji bo jinan ne tenê bi zêdekirina hejmara wan ve sînordar e, di heman demê de guhertinek di avahiya çandî û siyasî de jî hewce dike.

'Tenê jinek di wezaretan de têr nake'

Endezyar Wissam Xezma ku xwedî bawernameya masterê ya di zanistên webê de ye û endama berê ya encumenê li bajarê Nebkê yê Şamê ye, diyar dike ku temsîliyeta jinan di saziyên dewletê de hê jî fermî û sînordar e. Wissam diyar kir ku tenê jinek di wezaretek hikûmetê de hebe ne bes e û wiha pê de çû: “Em jinên karker jiyana rojane ya malbat û civakên xwe dijîn û divê em bêtir werin temsîlkirin. Beşdarbûn sembolîk nîne, lê ji taybetmendiya perspektîfa jinan tê. Em kotayeke siyasî ya herî kêm ji sedî 30 dixwazin. Dema ku rêjeyeke zelal hebe, dengê me dikare were bihîstin û ramanên me dikarin werin aşkerakirin.”

'Ji pesindayînê bigire heta bersivê'

Endezyar û çalakvana sivîl Nermîn Qalîh îdia dike ku temsîliyeta jinan a niha di qonaxa rêzgirtinê de ye û jin bê bandorek rastîn di pozîsyonên paşguh de têne tayînkirin. Nermîn Qalîh got: "Em di rewşek paşketinê de ne. Ji beşdariya jinan a di saziyên dewletê de razîbûn tune. Hem ji hêla rayedaran û hem jî ji hêla civakê ve qebûlkirinek tune. Jinên jêhatî rastî guman û dûrxistinê tên û ev beşek ji çandeke otorîter e ku hebûna jinan wek gef an pesnek siyasî dibîne. Em di guhertinek neçaverêkirî re derbas dibin û xeletî ne ya partiyekê ye, ya tevahiya demê ye.”

Riyên ku divê jin bikar bînin

Nermîn Qalîh bal kişand ser riyên ku divê jin bikar bînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Sê amûrên bingehîn ji bo jinan hene; medyaya civakî wek platformek ji bo bilindkirina dengê xwe, têkiliya rasterast bi desthilatdaran re û hevpeymaniyên jinan ji bo zextkirin û daxwaza temsîliyetê. Her çiqas em wek kesên hestyar werin binavkirin jî, ev ne kêmasiyek e. Di vê qonaxê de, em hewceyî tiştekî hestyarî ne, ne tenê biryarên sar û maqûl."