‘Bûyerên li Suweydayê gefê li yekîtî û aştiya sivîl dixwe’

Jinên bajarê Dêrazorê destnîşan kirin ku tiştê ku îro diqewime nakokiyek herêmî tenê nîn e û gotin: “An em ê li hember pevçûnan yekgirtî bisekinin, an jî em ê tiştê ku ji welatekî birîndar maye winda bikin.”

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Di nav aloziya xeternak a li bajarê Suweyda ya başûrê Sûriyeyê de, zêdebûna aloziyên mezhebî û destwerdana hin eşîrên Ereban nîşanên pevçûnê yên li ber çavan in. Tiştê ku li Suweydayê diqewime ne tenê pevçûnên di nav aliyan de ne, sîreneke hişyariya dawî ya ji bo Sûriyeyê ye. Agirê mezhebîbûnê di bin xweliyê de dest bi gurbûnê kiriye û şer li dora her kesî veşartî ye. Li benda kêliyek qelsiyê ye ku bajar û gundan bê cudahî bixwe.

'Kişandina eşîrên Ereban a nav pevçûnan têkbirina wan nîşan dide'

Nesra El-Hisên a ji xelkê kantona Dêrazora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li dijî destwerdana eşîran di şerê mezhebî yê ku ji hêla rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya bi serkêşiya HTŞ'ê hatiye destpêkirin, hişyarî da û got: "Kişandina eşîrên Ereban a nav şerê mezhebî, êrîşek li ser têgeha eşîrê û hewldanek têkbirina wê ye. Bûyerên li Suweydayê ne tekane ye, ew rêze hewldanên dubarekirî yên ji bo parçekirina refa Sûriyeyê ye û wê ber bi şerek mezhebî ve bibe. Niha Sûriye ber bi du riyan ve diçe; yan gelê wê bibe yek, an jî di nava xwînê de bifetisin. Ev ne şerekî Durzî yan Sunnî ye, ew şerekî ji bo mayîndehiya welat bi xwe ye. Yan em bibin yek gel ku birînan derbas dikin, yan jî em dibin komên parçebûyî ku li ser xirbeyên welatek windabûyî şer dikin."

'Xwe ji alozî û pevçûnan dûr bixin'

Nesra El-Hisên bang li pêşengên civakî, şêxên eşîran û biryardarên sernaserê Sûriyeyê kir ku ji aloziyê dûr bikevin û wiha domand: "Divê serokên sereke yên eşîran bibin yek û bi yek dengî li hev bicivin, da ku em zarokên xwe ji koçberî û windabûnê biparêzin. Em naxwazin ku Sûriye bikeve şerekî mezhebî. Em dixwazin zarokên xwe li waletek bi ewle û dûrî şer û pevçûnan û li kampan û bajarên wêrankirî mezin bikin. Li dijî fitne û nakokiyan xwe bikin yek. Kesê ku ji welatê xwe hez dike wê talan nake, beravojî wê diparêze."

'Suweyda ne bi tenê ye û zarokên wê zarokên me ne'

Nesra El-Hisên anî ziman ku zarokên Suwêdayê zarokên wan in jî û wiha bi dawî kir: "Zarokên Suweydayê zarokên Dêrazorê ne û xwîna zarokên wan xwîna zarokên me ne. Em yek gel in. Sûriye welatek ji bo hemû zarokên xwe ye, bê ku cudahî li mezheb û etnîsîteyan bike. Ew ne tenê milkê komek e. Di nav bangên zêdebûna aloziyê de, dengên rastî derdikevin ku parçebûnê red dikin. Ji ber ku yekîtiya neteweyî tekane riya derketina ji çerxa kaosê ye. Di vê dema krîtîk de, Sûriye ji her demê bêtir hewceyê dengekî aqilmend e. An em ê li hember pevçûnan yekgirtî bisekinin, an jî em ê tiştê ku ji welatekî birîndar maye winda bikin."