‘Komîn û meclisên jinan weke nan û avê pêwist in’

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Firatê Felek Yusif der barê girîngiya rêxistinkirin û aktîfkirina komîn û meclîsên jinan de got ku bi saya wan li kolan û gundan, kes nikare neheqî, tundî û destdirêjiyê bike.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jin, bi salan e şêwaz û rastiya jiyana xwe li gorî pergal û prensîbên neteweya demokratîk birêxistin dikin. Ji bo vê pergalê bi rengekî şênber di nava civakê de bidin avakirin, sîstema komînal a xwe dispêre pîvan û nirxên civaka demokratîk hatiye avakirin.

Şaneya herî bi kok di nava civakê de xwe dispêre komunê ye lewra komîn di vê wateyê de pênaseya civakîbûnê ye. Civakbûn jî yekser bi jinan ve girêdayî ye, li ser vê bingehê jî jinan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komînên li ser bingeha azadiya jinan ku xwe dispêre komûnalîzma jinan, birêxistin kirine. Jin bi vî awayî li dijî pergalên netew-dewletê yên ku rêxistinkirina desthilatdariyê, endezyariya ku civakeke yek reng armanc digre, nasnameyan tîne hemberî hev û wekî amûr bi kar tîne têdikoşin û li şûna wê bi pergala komînan a ku rêveberiya civakî bi rêxistin dike, xwe dispêre xwezaya civakî ya pir nasnameyî û çandî, hevgirtin û têkiliyên demokratîk bi pêş dixe, ava kirin. 

Di çarçoveya girîngî û wateya avakirina komîn û meclîsên jinan û bi taybetî di vê pêvajoyê de çalakirina wê, hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Firatê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Felek Yusif ji ajansa me re axivî.

‘Di pêvajoya nû de pêwistî bi komûnên jinan heye’

Felek Yusif di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û rola jinan a di nav de wiha domand: “Di vê serdemê û bi taybet di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, bi taybetî pêdiviya me jinan bi xwerêxistinkirina bihêz û kûrtir heye. Di vê warî de pergala komînan vê derfetê dide jinan ku bikaribin xwe di hemû milan de birêxistin bikin. Salên dirêj e li ba me sîstema komînan tê bikaranîn, di vê çarçoveyê de komînên jinan ên xweser û giştî jî hene lê ji her demê zêdetir pêwistiya me jinan bi çalakirin û xurtkirina komînên jinan heye ku em bi riya wan xwe birêxistin bikin, perwerde bikin û xwe biparêzin. Çawa ku jinan pêşengiya şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin, a niha jî di heman pozîsyonê de divê em pêşengiya avakirina pergala komînal û pêvajoya nû bikin.”

‘Komînên jinan temînata pêşxistina çanda neteweya demokratîk in’

Felek Yusif der barê wateya komûnan ji bo jinan wiha dibêje: “Jin di sîstema komunan de çiqas çalak û rêxistinkirî bin, temînata avakirina civakeke demokratîk û aştiyan ewqas pêkan dibe. Her wiha pêşengiya parastina civak û xwezayê dikin. Di heman demê de bi avakirina komînên jinan re dê parastina pîvan û nirxên civaka komînal, ziman û nasnameya resen, çanda neteweya demokratîk pêk were. Ger em avakirina civakeke exlaqî û polîtîk armanc digrin divê têkoşîn û rêxistina me jî di heman misyonê de be. Ji bo vê jî ez teqez dikim ku avakirina komîn û meclîsên jinan ji bo hemû beşên civakê weke nan û avê pêwistiyek e. Ger em vê rêbazê bînin cih û bi ser bixin, em ê weke jin bikaribin rola xwe di banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk de bilîzin.”

‘Em di pêvajoya tunebûna pergalên netew-dewletan de ne’

Felek Yusif di domandina axaftina xwe de bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku em niha di navenda wê de dijîn berdewam dike. Bihara Ereban ku Rêber Apo weke bihara gelan digre dest, di navbera çend hêzên hegemon de ye. Di van salên dirêj ên van şeran de, tu hêzê şer qezenc nekir. Ev yek jî xwe dispêre hişmendiya van hêzan ku her dem di pergala yekziman, yekal û yeknetew de îsrar dikin. Ji bo vê jî qonaxa niha em dikarin weke pêvajoya tunebûna pergalên netew-dewletê jî binirxînin, di vî warî de Rêber Apo jî dibêje ku em niha di pêvajoya şerê netew-dewlet û komunan de ne. Ji bo vê jî rêxistinbûna me ya di çarçoveya komînan de bihêz be, em ê bikaribin hişmendiya netew-dewletê di nava xwe de bihelînin û têk bibin.”

Felek Yusif di nirxandinên xwe de anî ziman ku şerên çekdarî mafên mirovan a jiyana bi wate ye napejirîne û got: “Şerên çekdarî yên bi salan didomin ji bo gelan çareseriyê pêşkêş nekir, berovajî talan û wêranê dijwartir kir. Ji bo vê jî pêdiviya me bi jiyana xwezayî, aram, edalet û aştiyane heye, jiyana ku mafê her pêkhate û netewê hebe bi ziman, çand, nasname û rûmeta xwe li ser axa xwe bijî heye. Jiyana di vê astê de tenê bi riya avakirin û mayîndekirina pergala komînan pêkan e. Di vê xalê de jî berpirsyariya jinan mezintir e ku Rêber Apo vê yekê bi nirxandinên yên der barê dîroka şikestina zayenda jin û civakê de piştrast dike.”

‘Em ê bi riya komînan pêşî li xirabî û rizînên civakî bigrin’

Felek Yusif bilêv kir ku komûnên jinan dikarin bernameyên ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî bi pêş bixe û mijaran jî bike rojevê û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Bi çalakirina komînan re em ê bikaribin pêşiya gelek xirabî û rizandinan bigrin. Jixwe komîn li her tax, kolan û gundî hene, ev jî dihêle ku her kes ji hev agahdar bibe û li gorî pêdiviyan bernameyan bi pêş bixe, çareseriyê pêşkêş bike. Her wiha bi riya komînan mirov dikare pêşî li gelek rojevên sûnî bigre û rojevên xwe diyar bikeç. Bi taybetî tundiya ku di nava malbatê û civakê de derdikeve pêş û di heman demê de helwestên paşverû, komîn dikare ji van hemûyan re bibe bersiv. Ji ber mirov dikare komînên felsefî, çandî, exlaq, perewerde, siyaset, werzîş û hwd. ava bike. Jixwe komîn yekser di nava civakê de jî tê wateya kombûn û lihevhatina civakê li ser bingeha bîrdozî, têgihîştî û felsefîk.”

‘Ferman û êrîşên di sala 2014’an de çêbûn girîngiya rêxistinkirina jinan teqez dikin’

Felek Yusif nirxandinên xwe bi vê mînakê bi dawî kir: “Em niha di meha Tebaxê de ne, tê zanîn ku di 3’ê Tebaxê de civaka me ya Êzidî bi fermaneke hov re rûbirû ma, çeteyên DAIŞ’ê talan, wêran, komkujî, revandin û bi hemû rêbazan jin, mêr û zarokên Êzidî di qirkirinê re derbas kirin. Ev êrîş, mehek beriya êrîşa li ser Kobanê çêbû. Li Kobanê û Şengalê heman hêzê êrîş kir. Lê mijara cuda ya ku xwe dide der çawaniya xweparastina di van herdû êrîşan de bû. Li Kobanê ji ber ku hêza jinan û gel a di her warî de rêxistinkirî bû, dikaribûn xwe ji êrîşan biparêzin û tiliya zarokekî jî birîndar nebû. Li Şengalê bi hezaran jin hatin kuştin û revandin, di bazarên DAIŞ’ê de hatin firotin. Encam çi bû, li Şengalê ferman çêbû, li Kobanê destpêka tunekirina DAIŞ’ê bû. Piştî fermanê jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirin û niha dikarin xwe û civaka xwe biparêzin. Vê mînakê nîşan dide ku girîngiya xwerêxistinkirina jinan bi qas û nan û avê pêwist e.”