Tunebûna aborî jinan neçarî bêdengiya li dijî tacîza li cihê kar dike

Li Îranê, zehmetiya dîtina kar û zextên aborî jinan neçar dikin ku li hember tacîza zaayendî û binpêkirinên sînor li cihê kar bêdeng bimînin. Kêmasiyên yasayî û pêvajoyên gilîkirinê yên dijwar astengiyên herî mezin in li pêşiya gihîştina edaletê.

Navenda Nûçeyan – Zextên aborî û zehmetiya dîtina kar bûye sedem ku gelek jinên ku li Îranê dixebitin an jî li kar digerin li tacîza li cihê kar tehemul bikin.

Gotinên jinan ên ku di raporek di rojnameya Şerq a Nastern Ferhe de hatine weşandin, eşkere dikin ku di dema pêvajoya girtina kar de yan jî piştî destpêkirina kar, rastî pirsên bi jiyana wan a taybet ve girêdayî ne tên. Daxwazên ji bo wêneyan, henekên zayendî yên pêşniyarkirî, peyamên ku li derveyî demjimêrên kar hatine şandin û tevgerên ji sînorên pîşeyî derbas bûne hatine. Jin rave dikin ku ji ber pêdiviyên wan ên darayî û tirsa windakirina karên xwe, nikarin li dijî van tevgeran îtîraz bikin an jî ji kar derbikevin.

Ev vegotin nîşan didin ku tacîza li cihê kar ne hewce ye wekî êrîşa fîzîkî yan daxwazên zayendî yên eşkere xwe nîşan bide. Carna, tacîz bi pirsên li ser jiyana kesane, daxwazên ji bo wêne yan pêşniyarên ne asayî di dema pêvajoya girtina kar de dest pê dike. Piştî destpêkirina kar, ew bi henekên zaeyndî, sohbetên taybet  û danûstandinên ji derveyî daxwaza xwe, li derveyî demjimêrên kar berdewam dike.

Tevî tacîzê jî mecbûr bû bixebite.

Jinek ku piştî çend mehan bêkar ma, li şîrketek girêdayî bankayeke dewletê wekî pispora çavkaniyên mirovan dest bi kar kir. Diyar kir ku rêveberê şîrketê di civînên taybet de 'henekên' zayendî dikir. Li gorî vegotina wê, ev tevger ji bo hinek jinên xebatkar li şîrketê bûye tiştekî asayî. Her çendî nerazî bû, dixwest îstîfa bike jî neçar ma berdewam bike.

Wêne hatin xwestin

Di mînakeke din de, xwendekareke zanîngehê ku li kar digeriya, piştî axaftina bi, telefonê û girtina agahiyên kar, daxwazek ji rêveberekî şîrketê girt. Wî kesê jê dixwest wêneyek xwe bişîne. Li ser vê daxwazê, wê danûstandin bi dawî kir. Lê belê vê serpêhatiyê ewqas bandor lê kir ku wê çend rojan dev ji lêgerîna kar berda. Piştî vê yekê, hevdîtinên kar ji bo wê bû sedema fikaran.

Jinek ku di xizmetên paqijiya malan de dixebitî diyar kir ku gelek caran ji wê wêne xwestine û pêşniyarên xebatê yên şevê ji bo kardêrê wê girtine û got ku ji ber kêmbûna daxwaza ji bo karên wiha û zehmetiya dîtina karan, şiyana wê ya redkirina pêşniyarên ne asayî û hilbijartinan sînordar e.

Di çîrokeke din de, jinek ku di afirandina naverokê de dixebite radigihîne ku hevkarê wê piştî kar jî henekên nexweş dike û peyaman dişîne. Tevî nerazîbûna xwe jî nikare dev ji vê tevgerê berde û ji ber hewcedariya wê bi dahatê û zehmetiya dîtina karekî alternatîf, ew xwe bêhêz hîs dike ku vê mijarê bîne ber çavên rêveberê pargîdaniya xwe.

Girêdana aborî dibe amrazek ji bo sepandina daxwazên destdirêjker

Pispora civakî Meryem Zendedel diyar kir ku yek ji kêmasiyên cidî yên di pergala hiqûqî ya Îranê de ew e ku têra xwe baldariya têkiliya di navbera newekheviya aborî û tacîza zayendî li cihê kar nayê dayîn. Li gorî Zendedel, Qanûna Kedê bi giranî li ser mafên darayî û sîgorteyê û têkiliya aborî ya di navbera karmend û kardêr de disekine; ew mekanîzmayek zelal û berfireh peyda nake ji bo têkoşîna li dijî tacîza zayendî û îstîsmarkirina li cihê kar.

Meryem Zendedel girêdayîbûna karmendan bi mûçe û ewlehiya kar wekî yek ji faktorên ku ji bo derketina holê ya tundiya aborî zemînek berhemdar diafirîne dibîne. Di vê rewşê de, kardêr an kesekî pilebilind dikare hêza xwe ya aborî û pîşeyî bikar bîne da ku daxwazên xwe yên kesane û cinsî ferz bike. Ji hêla din ve, karmend dibe ku ji ber tirsa derxistina ji kar, windakirina dahatê, yan jî windakirina jiyana dabînkirina lêçûnên jiyanê hêza berxwedan û nerazîbûnê kêmtir hebe.

Kêmasiyên yasayî û dijwariya gihîştina çareyên yasayî

Parêzer Zehra Minuyi dibêje ku yasaya Îranê pênaseyeke cuda ji bo "tacîza zayendî li cihê kar" wekî sûcekî cuda tune ye û gelek tevgerên ku dikarin wekî tacîza zayendî werin hesibandin wekî sûcên cuda nayên rêxistin. Li gorî Zehra Minuyî divê kesek ku rastî tacîzê hatiye, ji bo ku tedbîrên yasayî bigre, tevgerê di çarçoveya pênaseyên sûcên heyî de wekî heqaret, gef, an tacîzê pênase bike. Di rewşên ku tacîz bi riya peyama nivîskî, axaftinên serhêl, an medyaya dîjîtal çêdibe de, gengaz e ku mirov li ser hinek rêziknameyên yasayî yên der barê naveroka peyaman û awayê ku tevger pêk hatiye bispêre. Lê belê ev nêzikatî li gorî celebê tevgerê şert û mercên ku ew pêk hatiye diguherîne.

Parêzer balê dikşîne ser madeya 619’an Qanûna Cezayê Îslamî yê Îranê, tekez dike ku ev made êrîş an tacîza li ser jinan li qadên giştî û li kolanan û her wiha heqaret û gotin û kiryarên bêrêzî yên ku rûmet û şerefa wan binpê dikin, vedihewîne. Lê belê ew destnîşan dike ku ev made nikare wekî rêziknameyeke giştî were hesibandin ku hemû cureyên tacîza zayendî li cihê kar vedihewîne. Sepandina madeyê li cîhên kar jî bi şert û mercên jîngeha kar û gelo ew dikare wekî cihek giştî were hesibandin ve girêdayî ye.

Zehmetiya pêşkêşkirina delîlan ji bo qurbaniyan

Yek ji astengiyên li pêşiya şopandina van dozan zehmetiya îsbatkirina tacîzê ye. Tacîz dikare di civînên taybet, odeyên girtî, yan jî di hawirdorên ku şahidên rasterast tune ne de çêbibe. Di rewşên wiha de, dibe ku mexdûr ji bo îsbatkirina îdiaya xwe hewceyê peyamên nivîskî, dîmenên kameraya ewlehiyê, yan jî şahidiya hevkarên xwe be. Lê belê gihîştina van belgeyan her gav ne gengaz e.

Bi taybetî hevkarên kar, dibe ku ji ber pabendbûnên xwe yên kar an jî tirsa derxistina ji kar, ji îfadeyê dûr bisekinin. Lê belê dîmenên kameraya ewlehiyê dibe ku di bin kontrola rêveberê ku gilî jê re tê kirin de bin. Ji ber vê yekê, kesê rastî tacîzê hatiye, dibe ku ji bo gihîştina delîlan hewceyê hevkariya saziya ku çavkaniya bêewlehiya wî ye be.

Nebûna mekanîzmayên ji bo misogerkirina tomarkirina gilî û gazincan bi awayekî serbixwe û ewle, parastina kesên wan rapor dikin û pêşîgirtina li tolhildana li cihê kar de, dikare jinan ji şopandina riyên zagonî jî bêhêvî bike. Di bin van şert û mercan de, hebûna mafê gilîkirinê li gorî hinek pênaseyên yasayî yên heyî yên sûcan nayê wê wateyê ku gihîştina bi bandor a edaletê digre bin temînatê.

Zextên li cihên kar ne tenê li Îranê sînordar in

Asta tundî û tacîzê li cihê kar nîşan dide ku ev diyarde ne tenê bi welatekî yan jîngeheke kar a yekane ve girêdayî ye. Li gorî anketa yekem a hevbeş a cîhanî ya ku ji hêla Rêxistina Navnetewî ya Kedê, Weqfa Lloyd's Register û Gallup ve hat kirin û di sala 2022’an de hat weşandin, ji sedî 22,8 karkerên li çar aliyên cîhanê, bi qasî 743 milyon kes, herî kêm carekê di jiyana xwe ya kar de rastî tundî yan tacîza fizîkî, psîkolojîk, an zayendî hatine.

Cureyên tundiyê yên ku di lêkolînê de herî zêde hatine ragihandin, îstîsmara psîkolojîk, îstîsmara devkî û îstîsmara reftarî bûn. Ji sedî 6,3’ê beşdaran ragihandin ku rastî şîdeta zayendî yan îstîsmarê hatine. Rêjeya jinan di vê komê de ji ya mêran bilindtir bû. Encamên lêkolînê eşkere dikin ku tirsa ji zirara navûdengê civakî, bêbaweriya bi saziyên berpirsiyar û baweriya ku gilî dê bê encam bin di nav faktorên ku pêşî li eşkerekirina ezmûnên îstîsmarê digirin de ne.

Ev dane bi hemû şêweyên tundî û tacîzê li cihê kar ve girêdayî ne û divê tenê wekî îstatîstîkên li ser tacîza zayendî yan rewşa jinan li Îranê neyên hesibandin. Rapora rojnameya "Şerq" her wiha tekez dike li ser nebûna daneyên netewî yên pêbawer li ser rêjeya tacîza li cihê kar li Îranê. Ev yek têgihîştina rast a mezinahiya pirsgirêkê û nirxandina bandora mekanîzmayên parastinê dijwar dike.

Gotinên jinan û nirxandinên pisporên hiqûqî nîşan didin ku tacîza li cihê kar ne tenê bi tevgerên tacîzkar ve sînordar e. Bêewlehiya aborî, girêdayîbûna bi mûçeyan, derfetên kar ên alternatîf ên nebaş, mekanîzmayên qels ên pêşîlêgirtin û lêpirsînê, û zehmetiya îspatkirina tacîzê rêzek astengiyan ji bo jinan çêdikin. Di bin van şert û mercan de, parastina karê xwe û qezenckirina debara xwe dikare bi bihayê binpêkirina sînorên kesane, tehemûlkirina tacîza psîkolojîk û cinsî, û êş kişandina ewlehî û tenduristiya derûnî ya jinan were.