Taban Şêx Ebdullah: Jin bi têkoşîna xwe gihîştin astên girîng

Jinên Kurd bi xebat û xweragirtinê tevî cudahiyên siyasî û çandî yên li Kurdistanê, dikaribûn astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û bigihîjin astên pêşketî û girîng.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di dîroka xebat û berxwedana gelê Kurd de, jin ne tenê bûn şahidên bûyerên siyasî û netewî, bi beşdariyeke çalak û bi bandor beşeke girîng a wê dîrokê nivîsandin. Jinên Kurd li çar aliyên Kurdistanê, di nava sînorên dagirkeriyê, destdirêjiyên çandî, tundiya siyasî û civakî û sîstemên baviksalar de, gav bi gav ber bi azadî, maf û beşdariya çalak ve bi pêş ketin.

Nivîskar û rojnamevan Taban Şêx Ebdullah Germiyanî, bi behskirina ezmûna xebatêm jinan li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, rengên cuda yên vê xebatê datîne holê. Ji guhertinên yasayî û siyasî yên Başûrê Kurdistanê bigre heta rola jinan a di berxwedana çekdarî û xebatên siyasî de li parçeyên din, tekez dike ku xebata jinan sînorê çiya, bajar, partî û rêxistinê nas nake, di warê guhertin û pêşketinê de gihîştiye asteke girîng.

Di avakirina rêxistin û guhertinên yasayî de rola jinên Başûrê Kurdistanê

Taban Şêx Ebdullah Germiyanî rewşa siyasî ya li her çar aliyên Kurdistanê wiha rave kir: "Li Başûrê Kurdistanê piştî şoreşa gelê Kurd a piştî sala 1991'ê, jin ranewestiyan, xebatên xwe domandin û têkoşîna xwe berfireh kirin. Wan rêxistinên civaka sivîl, rojname û radyoyên taybet êm jinan damezrandin, guhertin di yasayên Iraqê de çêkirin."

Ji bêparbûnê ber bi rêjeya ji sedî 25 û têkoşîna siyasî ya jinan ve

Taban Şêx Ebdullah Germiyanî da zanîn ku jinan têkoşîna xwe domandine gelek xalên di zagona Iraqê de nepejirandine û wiha berdewam kir: "Rêjeya jinan di saziyên yasadanîn û cîbicîkirinê de di hikûmet û parlamentoyê de ji sedî 25 bû, di demeke ku destûra tu jinê tunebû bibe wezîr an endama parlamentoyê, li Başûrê Kurdistanê jin bi têkoşîna xwe gihîştin astên girîng. Jinan di xebata siyasî û leşkerî de di parlamentoyê de û li çiya rola çalak li dijî desthilatdariyê bi cih anîn. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jinan qonaxên girîng derbas kirin."

'Jinên şerva ên li Rojava berhema têkoşîna bi salan û xebata çekdarî ya jinan e'

Taban Şêx Ebdullah Germiyanî destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê xebata jinan li cîhanê deng vedaye û tevlîkirina hêzên Kurd bi artêşa Sûriyeyê re gelek deng û nerazîbûn bi xwe re anîne û got: “Jin li Rojavayê Kurdistanê rûmeta gelê Kurd in, li cîhanê jî bûne sembolên têkoşînê."

'Jinên Rojhilatê Kurdistanê hişmendiya baviksalarî derbas kirin'

Taban Şêx Ebdullah gotinên xwe wiha domand: "Jinên Rojhilatê Kurdistanê weke jinên aliyên din ên Kurdistanê têdikoşin. Ez çend salan li Rojhilatê Kurdistanê mam, tiştê ku balê dikşîne ew bû ku jinan li wir dema zanîngeh diqedandin, xebat û têkoşîna xwe li çiyaya didomandin. Vê gelek bala min kişand. Li Başûrê Kurdistanê jin hinekî girêdayî kevneşopiyên nava malbatan bûn, kêm destûr dihat dayîn ku bi tenê bêyî hebûna zilamek ji malbata xwe li baregehên pêşmergeyan rojek derbas bikin. Lê jinên Rojhilatê Kurdistanê ew hişmendî derbas kirine."

‘Li her derê Kurdistanê pêvajoya serkeftinê heye'

Taban Şêx Ebdullah Germiyanî di dawiyê de got: "Piştî xebata çekdarî ya sala 1992'an li Başûrê Kurdistanê, dîmenê jinan li navçeyê cudahiyek çêkiriye di xebata wan de li gorî çanda têkoşîna wan. Pêwîst e her berxwedana hatiye raberkirin bibe ders ji bo berxwedaneke din û jinên têkoşer li hemû aliyên Kurdistanê dikarin ji hev dersan bigrin ji bo xebat û têkoşînê. Armanca me ew e ku em jinên Rojhilatê Kurdistanê jî di astek de û bi hev re bibînin. Pêwîst e em jin bi tevahiya guhertinên siyasî, aborî û çekdarî re li hemû cihên Kurdistanê xwe bi pêş bixin."