Hunermenda Kurd Zîna Ehmedî bi kefaletê serbest hate berdan

Zîna Ehmedî ku 9’ê Mijdarê de hatibû girtin bi awayekî demkî ji Girtîgeha Navendî ya Senendîj hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Hunermenda Kurd û damezrênera mala muzîkê ya "Jilemo" li Merîwanê, Zîna Ehmedî, ku di 9’ê Mijdarê de hatibû girtin, piştî 36 rojan ragirtinê, bi kefaleta 1 milyar û 800 milyon Tûmenî ji Girtîgeha Navendî ya Senendîj bi demkî serbest hat berdan.

Li gorî raporên belavbûyî, berdana Zîna Ehmedî demkî bû heta ku prosedurên wê yên yasayî bi dawî bibin. Ew di dema serdegirtina hêzên ewlehiyê li ser mala wê ya taybet li Merîwanê de hate girtin û ji bo Girtîgeha Navendî ya Senendîj hate veguhastin.

Zîna Ehmedî, ku bi eslê xwe ji gundê Negelê ye û li Merîwanê dijî, di karê xwe yê hunerî de navê dikê "Jîlemo" bi kar tîne. Ew damezrênera Mala Muzîkê ya "Jîlemo" ye, ku navendeke çandî û hunerî ye li Merîwanê ku perwerdehiya muzîkê, stranbêjî, wênesaziyê û perwerdehiya fîlman ji bo zarokan peyda dike.

Berê hatibû ragihandin ku Zîna Ehmedî di dema girtina xwe de li beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Senendîj di karantînayê de maye û mafê wê yê hevdîtina bi parêzer, telefonkirin û têkiliya bi malbata wê re nehatiye dayîn.

Tevî serbestberdana demkî ya Zîna Ehmedî, heta niha tu agahîyên zelal derbarê sedemên girtina wê, tohmetên muhtemel ên li dijî wê, an hûrgiliyên doza wê ya qanûnî de nehatine belavkirin. Serbestberdana bi kefalet nayê wê wateyê ku doz hatiye girtin an jî tohmetên muhtemel hatine rakirin; ew heta dawiya darizandinê bi rewşek qanûnî ya ne diyar re rû bi rû dimîne.