Ji Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan banga bidawîkirina dorpêça li ser Taîzê
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, ji Hûsiyan daxwaz kir ku dorpeça 11 sal li ser Taîzê didome rake û riyên bingehîn ên ku çûnhatina sivîlan û sewqiyeta xurek û dermanan mîsoger dike veke.
Navenda Nûçeyan – Di demên dawî de zêdebûna qedexeyên Hûsiyan li ser Taîzê, êşa gel zêdetir dike û sivîl ji ber astengkirina ketina pêdiviyên bingehîn, ên jiyanî bêpar dimînin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, îro daxuyaniyek da û banga xwe dubare kir ku Hûsiyan dorpêça ku 11 sal in li ser Taîzê didome rake û ji bo derbasbûna sivîlan û gihandina xurek, derman û alîkariyên mirovî riyên sereke veke. Rêxistinê tekez kir ku bajar 11 sal in di bin dorpêça Hûsiyan de ye.
‘Bêparkirina gel ji pêdiviyên bingehîn sûcê şer e’
Rêxistinê, destnîşan kir ku rewş di meha dawî de bi tundkirina qedexeyên li ser ketina pêdiviyên bingehîn ji bo nava bajêr xirabtir bûye û diyar kir ku astengkirina ketina xurek û dermanan êşa gel zêde kiriye, sivîlan bi xeteran re rûbirû hiştiye. Rêxistinê got ku bêparkirina gel ji pêdiviyên bingehîn, sûcê şer e.
Lêkolînerê rêxistinê yê Yemen û Behreynê Niku Jaafarniya, diyar kiribû ku astengkirina gihandina xurek, av û dermanan ji bo Taîzê jiyana sivîlan paşguh dike û tekez kir ku Hûsî bi salan e gel bombebaran dike, birçî dihêle û ji alîkariyên mirovî bêpar dike. Lêkolîner, tekez kir ku ev yek binpêkirina yasayên navnetewî ye.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, daxwaz kir ku riyên girîng ên diçin Taîzê bêyî sînordarkirin, bên vekirin û gihandina pêdiviyên bingehîn û alîkariyên mirovî bê misogerkirin. Rêxistinê, bang li hemû aliyên şer ên li Yemenê kir ku derbasbûna alîkariyên mirovî û derbasbûna ewle ya sivîlan misoger bikin.