TJA’yê li dijî qetlîamên jinan banga têkoşîna birêxistinkirî kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Mehsa Emînî daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de wiha got: “Em komkujiyên li ser jinan li ku derê cîhanê dibe bila bibe şermezar dikin û em bang li hemû jinan dikin ku li dijî qetlîamên jinan têkoşîneke birêxi

Navenda Nûçeyan - Mehsa Emînî ya ku 14’ê Îlonê li Tehrana paytexta Îranê di derketina Îstasyona Metroyê de hatibû binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hat, li Nexweşxaneya Kesra ya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mehsa Emînî ku ji Tehranê bi balafirê birin parêzgeha Saqizê, cenazeya wê li goristana Ayçî hat definkirin.

"Em zîhniyeta wan ji nêzîkatiya wan ya bi jinan re dizanin"

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Mehsa Emînî daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de wiha got: “Mehsa Emînî ya 22 salî ku li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû binçavkirin, piştî îşkenceya polîsan ket komayê û jiyana xwe ji dest da. Hêzên ewlehiyê yên Îranê êrîşî kesên ku xwestin vê bûyerê şermezar bikin kir. Tê gotin ku hikûmeta Îranê ji ber vê înternetê qut kiriye. Em zîhniyeta qedexeker a hikûmeta Îranê ya serdest a mêr ji nêzîkatiya wan a li hemberî jinên muxalîf jî dizanin.”

Bang li rêxistinên jinan kir

TJA’yê sersaxî ji malbata Mehsa Emîn a li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin, xwest û got, “Ev qetlîaman li deverên cîhanê ji aliyê pergala serdest a mêr ve tên pêkanîn. Em komkujiyên li ser jinan li ku derê cîhanê dibe bila bibe şermezar dikin û em careke din bang li hemû jinan dikin ku li dijî qetlîamên jinan têkoşîneke birêxistinkirî dikin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rêxistinên jinan dikin ku şopdarên vê qetlîamê bibin.”