Bi hezaran kes xwedî li Jîna Emînî derket
Piştî ji aliyê rejîma Îranê ve bi îşkenceyê qetilkirina Jîna Emînî îro bi hezaran kes xwedî li Jîna Emînî derket. Girseya ku dest bi xwepêşandanê kirin rastî êriş û gulebarandinê hatin.
Navenda Nûçeyan – Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û ji ber îşkenceya giran wê rakiribûn nexweşxaneyê duh jiyana xwe jidest da. Îro bi beşdariya bi hezaran kesan Jîna Emînî spartin axê. Piştî spartinê gel li dijî qetilkirina Jîna Emînî dest bi xwepêşandanê kirin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên ‘Bê şeref, bê şeref’, ‘Ji bo dîktatorê mirin’ qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin. Li gora ew wêneyên ku hatine belavkirin hêzên emnî û asayîş mudexeleyî xwepêşandan girseyê kirin û bi gule û fişekên gazê êrîşî xwepêşanderan kirin û gelek xwepêşander birîndar bûn.
Jîna Emînî (Mehsa) di 13’yê Îlonê de li gel malbata xwe ji bo geştekê serdana peytexta Îranê Tehranê dike. Di dema ku li gel birayê xwe ji metroyê peyar dibe, polîsên hîcabê êriş dikin ser û li herduyan didin. Piştre Jîna Emînî ji aliyê wan hêzan ve tê binçavkirin û piştî îşkencekirinê kirîza me jî derbaz dike û jiyana xwe ji dest da. Îro rûxmê hemû astengiyên hêzên emnî bi girseyî cenazeyê Jîna Emînî sipartin axê.