Emîne Şenyaşar 559 roj in ji bo "edaletê" di nobetê de ye

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatibû destpêkirin, 559 roj in berdewam dike. Malbatê wiha got: "Ger li welêt kesên ji qanûnan bihêztir hebin, wê demê dozger bêkêr dibin.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû dabû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja xwe ya 559’emîn de ye. Malbatê ji ber ku edliye di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya xwe di mala xwe ya li Pirsûsê de domand. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Ger li welêt kesên ji qanûnan bihêztir hebin, wê demê dozger bêkêr dibin. Mirov niha bêkêr e, em jî xwe dispêrin edaleta Xwedê ya şaşnebar. Daxwaza me ya ji bo kesên pirsa em dikarin bo we çi bikin ew e ku bo me duyan bikin.”