“Tirkiye hêza ku ji endametiya NATO’yê werdigire êrişê mirovahiyê dike”
Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkî ku bi daxuyaniyekî peymana NATO-Tirkiyeyê şermezar kir, wiha got: “Tirkiye hêza ji NATO’yê werdigire li Sûriye û Iraqê ji bo êrişî ser kurdan, êzidiyan, ermenan, asûrî-suryaniyan, tirkmenan û ereban bike bi kar tîne.”
Navenda Nûçeyan- Komîteya Navneteweyî ya Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkayê (DSA), bi daxuyaniyekî nivîskî peymana ku ji bo endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, şermezar kir.
DSA’yê nerazîbûn nîşan da ku di berdêla firotina çekan û girankirina zextên li ser aktîvîstên kurd, pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO’yê bê destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, divê PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin û ambargoya li ser Sûriyeyê were rakirin. Tirkiye hêza ji endametiya NATO’yê werdigire li Sûriye û Iraqê ji bo êrişî ser kurdan, êzidiyan, ermenan, asûrî-suryaniyan, tirkmenan û ereban bike bi kar tîne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gava berfirehbûnê ya NATO’yê bûye sedem ku Tirkiye zextê li civakên dîasporayê yên li Swêd û Fînlandiyayê bike. DSA’yê destnîşan kir ku bi vê yekê re wê rûpelekî nû li dîroka dirêj a NATO’yê ya piştgiriya ji bo polîtîkayên faşîst zêde bike.
DSA’yê xwest ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin û piştgiriyê didin daxwaza Sûriye û Iraqê ya ji bo hêzên biyanî bi temamî ji welatên wan derkevin.