Têkildarî hebûna jinan di meclisên welatên Ereban de form hat amadekirin
Du parlamenterên jin ên Meclisa Neteweyî ya Gel destnîşan kirin ku nerazîbûna jinan a ji siyasetê ji ber ramana paşverû ya civakê ye.
RABIA XERÎS
Cezayîr- Yekitiya Parlamenterên Ereb lêkolînek jimareyî li ser rastiya jinan di meclisên Ereban de kir. Ev lêkolîn di çarçoveya pêkanîna pêşniyarên konferansa 27'an a Yekitiya Parlamenterên Ereb de pêk hat.
Nûnerên jin ên di Meclisa Gel a Neteweyî (Odeya yekem di Meclisa Cezayîrê) de forma agahdarkirinê ya taybet, bi nûnertiya jinan, di meclisên parlamentoyê yên Ereb de girtin. Forma ku ajansa me kopyayek jê girtiye, têkildarî navê meclisê, sala damezrandina wê, hejmara endamên hilbijartî yên tê de, hejmara parlamenterên jin di parlamentoyê de ye. Zêdebarî zanyariyên din ên der barê temenê navîn ê parlamenterên jin û her wiha şiyanên pîşeyî yên parlamenterên jin beriya endamtiya parlamentoyê de hene.
“Di forma agahdariyê de gelek pirs hatin kirin”
Wekî din, di forma agahdariyê de li ser nûnertiya jinan di encûmenên parlamentoyên welatên Ereban de daneyên din ên girêdayî erkên jinan hene. Serok, cîgira serok, sekreter, serokê komîteyê, raportora komîteyê di parlamentoyê de hene.
Di dawiya formê de gelek pirs hatin kirin û pirsa yekem ev bû: Gelo parlamenterên jin di endamtiya şandeyên ku ji aliyê parlamentoyê ve hatine avakirin de ji bo beşdarbûna konferansên herêmî û navdewletî cih digrin? Heger hebe rêjeya vê nûnertiyê çend e? Pirsa duyem: Gelo jinên parlamenter beşdarî şandeyên serdanên dualî yên parlamentoyê dibin û rêjeya nûnertiyê çiqas e? Pirsa sêyem jî der barê hejmara parlamenterên jin ên ku nûnertiya parlamentoyê dikin yan jî koma Ereb di nav dezgehên parlamentoyê yên herêmî û navdewletî de.
“Cezayîr modelek e ku divê were ronîkirin e”
Ev lêkolîna jimarîn a parlamenterên jin di parlamentoya Cezayîrê de bûye faktorek girîng ku dibe sedem kêşeyên li pêşiya gihandina jinan ji bo pileyên herî bilind ên desthilatdariya siyasî derbikevin holê û dibe ku rê li wan bigire ku roleke girîngtir di mekanîzmaya çêkirina siyasetê de bilîzin.
Cezayîr modelek e ku divê were ronîkirin wek ku parlamentera Meclisa Gel Xedîce Belkadî ji ajansa me re eşkere kir û diyar kir ku hebûna jinan di meclisên hilbijartî de hêdî hêdî bi pêş dikeve.
Nûner Xedîce Belkadî da zanîn ku hilbijartinên sala 2017'an li Cezayîrê modeleke baş bû ku sîstema kotayê di rêjeya jinan de ji sedî 7 derket ji sedî 31’ê û li cîhanê jî ket rêza 22’an. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku ev helweseke bi kalîte bû lê mirov dikare bilêv bike ku ji aliyê din ve li gorî celebên jinên ku meclisê dagir kirine, ev pêngaveke vala bû, ji ber ku ev qanûn rê dide jinan ku ji pratîka siyasî dûr bin.
“Piştî betalkirina parlamentoya Cezayîrê qanûnek nû hat amadekirin”
Xedîce Belkadî her wiha got: "Piştî betalkirina parlamentoya Cezayîrê, qanûnek nû hat amadekirin û her çend di xala 202'an de wekhevî di lîsteyên hilbijartinê de hatibe destnîşankirin jî ji ber astengiyên civakî û adetên ku rê li ber jinan digrin bikevin nava siyasetê, pêkanîna wê ne mimkûn bû. Bi taybetî li hundirê bajaran, ji ber vê yekê benda 317, ku ev şerm zêde kir, bi qebûlkirina lîsteyan hat. Her çend ew lîste bi tevahî ji pêkhateya jinan vala bûn jî pêwîstî bi agahdarkirinê hebû, di encamê de 34 kursî bi şikestineke bêhempa bû.”
Xedîce Belkadî anî ziman ku sedema vê yekê tê zanîn, ji ber ku civaka Cezayîrê bi giştî paşverû ye û sedema wê jî nexwestina jinan ji dengdanê ye ji ber nezanîna giştî û her wiha bandorên neyînî yên ku ji sîstema kotayê mane.
Girîngiya hişyariya jinan a beşdariya qada siyasî û sendîkayî
Yek ji çareseriyên ku ji aliyê Xedîce Belkadî ve hatine pêşniyarkirin, hişyariya jinan bi girîngiya beşdariya siyasî û sendîkayê, zêdebarî wê yekê ku jin di nav partiyên siyasî de, rola wan bi giştî hema bêje tune ye, bibin xwedî astên siyasî yên bilind.
Ji aliyê din ve, Nûnera Encûmena Niştimanî ya Gel Zakia Boukatosha di wê baweriyê de ye ku hilbijartinên sala 2021'ê bi rastî derfetek bû. Da zanîn ku ji bo nûnertiya rastîn yekem car sîstema lîsteya vekirî di nava xwe de dihewîne ku hişt ev rêbaz di dengdanê de di pêkanîna hilbijartinên xwe de astên azadiyê yên mezintir bide dengdêran. Ev yek jî dikaribû wî ji bijarteyên partiyê derbixe di birêkûpêkirina namzedan û hilbijartina kesên rast. Ji ber wê jî vê yekê hişt ku nûnerên bi rastî hilbijartî yên gel û nûnerên rastîn ên îradeya gelêrî ya demokratîk derkevin holê.
Digel avantajên vê sîstemê, ji bo temsîliyeta jinan ne wisa bû, ji ber ku bi rêjeyeke nedîtî kêm bû, ji 31,6 li parlamentoya 2012'an de daket 25,97an di 2017'an de, paşê 8,35 di 2021'ê de. Dibe ku ev rêje di hilbijartinên li pêş de kêm bibe û bikeve bin sifirê jî.
Zakia Boukatosha ev mijar bi çend sedeman ve girêdide, ji wan yek jî ku proseya hilbijartinan li Cezayîrê girêdayî dilsozî û eşîrtiyê di civakeke baviksalarî de ye. Ji bilî baweriyên olî û rewşenbîrî, kevneşopî û adetên civakî, diravên siyasî û bandora yekdestdariya mêran.
Kampanya ji bo propagandayê hatin organîzekirin
Zakia Boukatosha her wiha behsa kampanyayên propagandayê yên ku di hilbijartinên berê de hatibûn organîzekirin dike ku hemû li dijî jinan bûn, hêmana jêhatîbûnê ji holê rakirin û fikra nebûna nûnertiyeke bihêz çand, tevî ku me modelên bi rûmet û bihêz dît ji jinan di hundirê Meclisê de dît
Zakia Boukatosha dibêje ku hemû van daneyên ku berê behs kiribûn, di pêşerojê de nehevsengiyên zelal eşkere kirine û ew heman sedemên ku dewletên îmzekar CEDAW mecbûr kirin tedbîrên taybet ji bo piştgirîkirina hebûna jinan di parlamentoyê de bigrin. Di nav de Cezayîr, her wiha vegera li sîstema kotayê ji bo misogerkirina nûnertiya jinan di navendên biryargirtinê di nav civakên baviksalarî wek civaka Cezayîr ji ber rola faktorên civakî-çandî û bandora wan a girîng li ser meylên biryargirtinê û raya giştî ya der barê mijara beşdariya siyasî ya jinan de jî hebûn.