"Emê bi rih û cane xwe, axa xwe biparêzin"
Jinên ji kantona Kobanê li dijî kiryar û êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên xwe nîşan dan û gotin: "Em di zanebûna plan û armancên dewleta tirk de ne. Ji ber vê em ê dest ji axa xwe bernedin."
Kobanê - Dewleta tirk li sê aliyên Kurdistanê asta kiryar, binpêkirin, êrîş û topbarên xwe zêde dike. Kurd û pêkhateyên li herêmên ku bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû dimînin, bê navber sekn û helwestên xwe yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk tînin ziman.
Jinên ji kantona Kobanê ku di meha Nîsanê de rastî gelek êrîşan hatin ku herî dawî dewleta tirk bi 7 hawan û obîsan di 22`ê Nîsanê de navenda bajarê Kobanê topbaran kir. Hêrs û helwesta xwe anîn ziman.
"Dewleta tirk bi tunekirina me re dixweze hebûna xwe bihêz bike"
Fatma Xelîl bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdî û wiha axivî: "Ev êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê gelek hêzan ve hatiye plankirin, lê yê ku pêk tîne dewleta tirk e. Tirkiyê bê navber êrîşî bajarên ku terora DAIŞ`ê têk bir, dike. Ew dixwaze ji tunebûna me hebûna xwe bihêz bike, lê wê ev yek bibe xewn û xeyalên wan. Di vê rewşa ku em jiyan dikin de em ji civaka navnetewî aciz nabin, lê qehra me ji Kurdên ku hevkariyê bi van hêzan re dikin tê. Heger em di vê pêvajoyê de nebin yek, emê herin yek bi yek. Heger di roja îro de zarok, jin, pîr û kalên me hedef digre, sibe wê rêza we be. Herî dawî em dibêjin ku tu kes nikare hêza me têk bibe, emê ji Kobanê dernekevin û wê ev bajar striya çavên Erdogan be."
"Heger were xwestin emê niha berê xwe bidin Başûr û Bakurê Kurdistanê jî"
Helîm Osman behsa berxwedaniya Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê kir û got: "Dewleta tirk êrîş û kiryarên xwe yên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijwar dike. Ev plan li ser bingehê qirkirina gelê Kurd û têkbirina destkeftiyên me ne. Ev armanc ne pêkanin, me di berxwedaniya Kobanê de li hember tang û topên DAIŞ`ê û dewleta tirk şer kir û em bi serkeftin. Bi taybet me weke jin çawa rola xwe di nava şer de lîst û em bi erka xwe ya parastina axê rabûn, emê vê carê jî heman têkoşînê nîşan bidin û pêşengiyê jî bikin. Emê rê nedin dewleta tirk ku pilanên xwe yên qirêj li Kurdistanê pêk bîne, heger were xwestin emê niha berê xwe bidin Başûr û Bakurê Kurdistanê jî. Em xwe, mal û zarokan li gor vê axê û welatî dikin, di oxira parastina nirxên Kurdistanê de her tişt fedayî ye. Em li pêy doz û bîrdoziya Rêber Apo ne, em li pişt şervan û zarokên xwe ne û emê bi vî rihî berxwedaniya xwe bilind bikin."
"Emê li dijî êrîşan bibin mertal"
Jina ciwan Silava Hemî bi van gotinan nêrîna xwe bilêv kir: "Dewleta tirk ji bo gelek mijaran êrîş zêde û berfireh kiriye. Bê navber welatiyan hedef digre, şer û pevçûnan dijwar dike û navendên bajaran topbaran dike. Ew hewil dide îstiqrarî û ewlehiya li herêmê hilweşîne, vîn û sekna gel lewaz bike û şêniyan teşwîqî koçberiyê bike. Di vê çarçoveyê de em dibêjin ku ev qonax ji bo me gelek nazik e û tê wateya man û nemanê. Ji bo vê emê weke ciwan pêşengiyê ji civaka xwe re bikin û li dijî êrîşan bibin mertal."