Ji Amed, Wan û Stenbolê bang kirin: Zarokên me berdin!
Malbatên girtiyan ji Amed, Wan û Stenbolê bang kirin, daxwaz kirin ku girtiyên nexweş werin berdan û binpêkirina mafan ên li girtîgehan dimeşe were bidawîkirin.
Navenda Nûçeyan – Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin berdewam dike. Jinan bi hejmarekê pir mezin beşdarî çalakiyên nobetê dibin. Bi taybetî dayîk û xizmên girtiyan daxwaz dikin ku binpêkirinên li girtîgehan pêk tê bidawî bibin.
Li Amedê nobeta edaletê
Her roj gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl beşdarî Nobeda Edaletê ya ku bi mehan e berdewam dike dibin. Îro jî rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda Kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) beşdar bûn.
Li ser navê malbatên girtiyan Herdem Mervanî axivî û bang li partiyên siyasî kir ku gavên şênber bavêjin.
Wan: Bila zarokên me berdin!
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Edliya Wanê berdewam kir. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya xwe pêk tînin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarîsaç, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) a Wanê û gelek nûnerên saziyên sivîl ji bo piştevaniyê hatin ber Edliya Wanê.
Li ber edliyê polîsan dora malbatan dorpêç kir û nehiştin daxuyanî bidin çapemeniyê. Lihemberî astengiyan dayika Botan Tîmûr ê girtî Aslihan Tîmûr axivî û got: "Em tenê ji bo pêkanîna edaletê li vir in. Tenê derdek me heye û em dixwazin Wezareta Dadê dengê bibhise. Heke hûn naxwazin em çalakiya 'Nobeta Edaletê' pêk bînîn, zarokên me serbest berdin û em biçin mala xwe."
Malbatên girtiyan astgiya polîsan bi lêxistina çepikan protesto kir.
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê: Bijî berxwedana zindana
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ên li Stenbolê di hefteya 6'emîn de didome. Çalakî îro li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê pêk hat. Dayika Xemgîn Karakaş ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyanê girtî ye Cemîle Karakaş, dayika Yakup Akman ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiye Fince Akman, xwişka Selîm Çîftçi ê ku li Girtîgeha Umraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî û xwişka erdal Ozel ê ku li Girtîgeha Têkirdagê girtî ye Kumrî Akgul tevlî çalakiyê bû. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ali Kenanoglu, rêveberên HDP'ê û gelek kes ji bo piştevaniyê hatin ber edliyê.
Piştî çalakiyê malbatan meşek li dar xist û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.