Wêneyek û di perwerdê de rewşa dawî ya jinên Efganî!

Li bajarê Belh a Efganîstanê wêneyê ku piştî gûhartinên dawî yê cilên dibistanan hatiye kişandin, bi kûrtasî ‘tevkiriya’ li welat a Talîbanê destnîşan dike.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Belh a Efganîstanê wêneyê giştî ya zarokên keç ên di bin refa 6’an de nîşaneya zayendparêziyê ye.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Efganîstanê jî derbarê sepanên zayendparêz ên li welat vê yekê bibîr xist: “Ji bo zarokên keç dev ji dibistanê berdin Talîban her tiştî dike. Ya rast bi awayekê fîîlî di asta dibistanên amadeyî de perwerdê qedexe kir. Soz hat dayîn ku dibistan car din bên vekirin, lê ev soz nehat pêkanîn.”

Tê payîn ku di mijara perwerdê de li gel cilên dibistanê ‘ji bo qedexekirina xirabiyan û fermana qenciyan’ mamosteyên nû yên Talîbanê tên erkdarkirin.