Li Cezayîrê ji bo zarokan komîsyona hevpar hat avakirin
Di qada parastina mafên zarokan de ji bo pêşxistina yekîtitiyê û li ser navê pêkanîna hevparbûna ceribandinê li Wezareta Çand û Hûnerê komîsyona hevpar hat avakirin.
Cezayîr – Li Cezayîrê di navbera Wezareta Çand û Hûnerê û Erka Pêşxistin û Parastina Zarokatiyê ya Netewî komîsyonekê hevpar hat avakirin.
Wezareta Çandê ya Cezayîrê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di navbera wezaret û saziyê de ji bo çalakkirina pêymana ku berê hatiye îmzekirin û parastina mafên zarokan, gava avakirina komîsyonekê hevpar hatiye avakirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo pêşxistina hevkariya di navbera der dû aliyan de li ser diyarkirina rêbaz û derfetan kar dike. Her dû alî wê di qada pêşxistin û parastina mafên zarokan de ji bo pêşxistina hevkariyê û bi hev re parvekirina azmûnan wê pêşgiriyên pêwist bigre. Car din hat ragihandin ku bi amadekirina bernameyên netewî li gel teşwîqkirina çalakiyên çandî yên ji bo zarokan, dê festîval jî bên sazkirin.
Ji bo zarokan wê giranî bidin xebatên çand û hûnerê
Ev komîsyon vê yekê armanc dike ku ji bo zarokên ku pêdiviya wan a taybet heye wê bibin alîkar da ku bikaribin xwe bigihînin qadên xwendinê yê ji gel re vekirî û armanc dike ku ji bo van komên taybet derfetên pêwist pêk bîne. Tê armanckirin ku beşdarbûna zarokan a atolyenên hûnerê yên mîna muzîk, şano, xêz û hûnerên destan hesantir bikin û her wiha zarokên xwedî pêdiviyên taybet jî beşdarî van komên mûzîkan bikin û hestê wan a hûnerê pêş bixin.