Li taxa Eşrefiyê ya Helebê teqîn
Di saetên sibehê de dengê teqînek li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê hat bihîstin. Di encama teqînê de avahiyên li derdora cihê bûyerê, zirarek mezin dîtin.

Heleb – Vê sibê saet derdora 8’an de li parka Tariq Bin Ziyad a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê dengê teqînek hat bihîstin. Di encama bûyerê de ziyanên madî gihîştin avahiyên li derdora parkê.
Li gor agahiyên ku me bidest xistine herî zêde zirar gihîştiye nexweşxaneya Osman a nêzî parkê û tenê zirarên madî bê ku nexweş zirar bibînin, çêbûne.
Hêjayî gotinê ye ku cihê teqînê nêzî noqteyek girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ye.