Çîgdem Dogu: Rêxistina jinê ya xweser şert e

Endama KJK’ê Çîgdem Dogû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û bal kişand ser girîngiya komunan û got: “Cihê ku ev komunbûn veguheriye îradeya jin û civakê, ew cih e ku ew xencer ji pişta jinê hatiye derxistin.”

Navenda Nûçeyan – Endama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Çîgdem Dogû bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji rojnameya Yenî Yaşamê re nirxand. Çîgdem Dogû, diyar kir ku dûrxistina jinan a ji jiyana komunal tê wateya mirina civakîbûnê û got: “Jin tê wateya civakê. Jin tê wateya jiyanê.”

‘Girîng e jin bi awayê komunal bijîn’

Bi domdarî Çîgdem Dogû ev tişt anî ziman: “Li cihê ku civak mirîbe dengê jinê hatiye birîn. Bi rêbaza Rêbertiyê rêxistiniyên jinê yên xweser hatin avakirin, têkoşîna civakî hate meşandin, têkoşîna sosyalîzmê hate meşandin, têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurd hate meşandin, ji bo vê jî rêxistiniya xweser a jinê hate afirandin û vê yekê diyalektîka jinê û civakê bi rengekî bêhempa derxiste holê. Ji ber ku ya civakîbûnê dikuje mejiyê bi serweriya mêr e.”

Çîgdem Dogû anî ziman ku ew rêxistiniya bi şêweyê xweser weke nirxekî gelek hêja dibîne û got: “Em jî xwedî rêxistiniyekê ne û ew jî weke odeyeke xwe ye. Gelekî girîng e ku jin bi rengê komunal, xweser bi hev re bijîn.” 

‘Divê jin hevpeymana xwe biafirînin’

Çîgdem Dogû da zanîn ku li cihê ku Peymana Stenbolê hatiye betalkirin weke tevgerên jinê divê ew hevpeymana xwe biafirînin û wiha domand: “Peymana wê careke din jin neyê kuştin; peymana wê careke din zarokên me neyên kuştin. Heke tu ne xwedî şêweyekî hevkarî û rêxistiniyê be, li vir refleks jî nayê nîşandan. Li pêşberî te dewlet û tundiya polîsan heye. Faşîzmeke gelekî giran bi serê me ve hat û hîn jî tê. Li hemberî vê yekê têkoşîneke gelekî xurt nekarî bê meşandin. Çima? Ji ber ku ne xwedî rêxistiniyeke xurt bû, rojev nekarî bê afirandin."

Rêxistinike çawa? 

Çîgdem Dogû bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û got: “Mebesta ji rêxistinbûnê ne rêxistiniyeke ji rêzê ye, şêweyê rêxistinek xweser e... Em vê yekê ji bo hemû tevgerên sosyalîst, tevgerên anarşîst nîqaş dikin. Bi rêxistiniyeke civakî ya sivîl a klasîk gelo sîstemeke serweriya mêr a mezin dikare ji holê bê rakirin? Em dikarin wê avanî û rêxistiniyê biguherînin ku her roj dikuje, destdirêjiyê dike, îradeyê dişikîne? Na. Wê demê divê şêweyekî rêxistinnûnê yê komunal hebe.” 

‘Rêxistina jinê ya xweser şert e’ 

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku KJK sîstemeke jinê ya konfederal e û bi bîr xist ku ev sîstem bi komunan, meclîsên jinan û akademiyên jinan ava bûye û got: “Em bi stratejiya avakirina xweparastina jinê ya li nava civakê tevdigerin û bi vî rengî di nava rêxistiniyê de ne.”

Çîgdem Dogûyê got: “Di pêvajoya nû de yek ji xalên bingehîn ên ku Rêbertî bi rexnekirin, rexnedayin û veguherînê qalê dike ev e û ev yek xwe dispêre komunbûnê. Cihê ku ev komunbûn veguheriye îradeya jin û civakê ew cih e ku ew xencer ji pişta jinê hatiye derxistin.”