Çeteyên HTŞ’ê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êrişî gel kir
Çeteyên cîhadîst yên Heyeta Tehrîra Şamê êriş bi ser gelê li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin.

Heleb – Niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê li dijî rêgiriya HTŞ’ê ya li ser herdû qadan çalakî kirin. Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê bi gule û bi rijandina gaza hêstirî êrişî xwepêşandêran kirin.
Di binpêkirineke eşkere ya peymana ku di navbera Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta demkî ya ku ji aliyê cîhadîyên Heyeta Tehrîra Şamê ve tê birêvebirin de hatiye îmzekirin, hemû rêyên ku ber bi her du taxan ve diçin têne girtin û protestoyên niştecihan bi rijandina gazê hêstirî li ser wan tê tepeserkirin.
Niştecihan li hember çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam dirûşmên ku dorpêçê şermezar dikin û daxwaz ji vekirina rêyan û ketina hêzên Sûriya Demokratîk bo her du taxan dikin, digotin.
Hevseroka Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî êrişê got: "Piştî girtina astengiya hevpar ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta Şamê ve û rakirina dorpêçên axê û pêşîgirtina li sivîlan û xwarinê ji ketin û derketinê, em li vir kom bûn ji bo redkirina vê dorpêçê."
Hêvîn Silêman wiha domand: “Rejîma Baasê jî heman siyasetê dişopand bi dorpêçkirina her du taxan, lê belê em teslîm nebûn, û em careke din tekez dikin ku em ê teslîm nebin û em ê berxwedanê bidomînin.”
Endama Ciwanên Şoreşger li Helebê Rojîn Husên tekez kir ku ew daketine qadan ji bo şikandina dorpêça ku rêveberiya demkî li ser niştecihan ferz dike û tekez kir ku ev siyaset ne nû ne li ser wan û tu kes nikare îradeya wan bişkîne.