TAJÊ: Hêza ku di fermanê de pêşî li qirkirina jinan girt YPJ bû

TAJÊ bi daxuyaniyek biştgiriya xwe ya ji bo YPJ’ê ragihand. TAJÊ di daxuyaniyê de wiha di bêje “Xweparastin, mîsogeriya hebûna jinan e; YPJ mîsogeriya azadiya jinan e."

 

Şengal – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava di 26’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihandibûn. Her wiha di çarçoveya entegrasyona demokratîk de daxwaza beşdariya wê ya di nav artêşa Suriyê de, bi dirûşma "Em hemû YPJ ne" û "YPJ nûnertiya me dike" dabûn destpêkirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî beşdariya kampanyayê û piştgiriya xwe ya ji bo YPJ’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li gundê Sinûnê li ber avahiya TAJÊ bi beşdariya endamên TAJÊ û saziyan hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hebûna YPJ ya ji bo jinên Êzidî xwedî hişmendiyê azadiyê ye û nasnameya parastina cewheriye.

Daxuyanî wiha di dome:

Şoreşa Rojava bi avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû xwedî mîrateyeke dîrokî ya berxwedana jinan a sedsala 21’emîn. Ji sala 2013’an ve hêza parastina rûmet û îradeya jinên azad YPJ, li beramberî hêza tarî ya DAIŞ’ê û şerên desthilatdariyê, li beramberî zîhniyetên qirêj û zayendperest, di eniyên berxwedanê yên herî pêş de bi berdelên giranbûha ji bo parastina ax, rûmet û nirxên mirovahiyê şer dike û tekoşînê dimeşîne.

YPJ ne tenê li Bakur û Rojhilatê Surî û Rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû jinên cîhanê û bi taybetî ji bo jinên Êzidî nasnameyeke ku hişmendiya parastina cewherî ye.

Şervanên YPJ’ê, di sala 2014’an de; li dijî terora sedsala 21. a herî mezin, li dijî DAÎŞ’ê, li beramberî qirkirina civaka Ezîdî û qirkirina jinan hebûna xwe kirin mertal û bi hawara Şengal’ê ve hatin. Hêza ku di fermanê de pêşî li qirkirina jinan girt, berdelên giranbûha da û tekoşîn meşand YPJ bû. 

Hikûmeta demkî ya Sûrî, bi hişmendiya desthilatdariya mêr tevdigere û hebûna YPJ nas nake. Wê jin li beramberî aqlê ku îradeya jinan û hêza wê ya parastinê nas nake bêhelwest nebin û mafê xwe yê rewa biparêzin. Ji ber vê yekê tekane reya parastina hebûna jinan, di xweparastinê re derbas dibe.

Em weke jinên Ezîdî baş dizanin ku; jin yek kêlî jî nikare dest ji parastinê berdin. Şerê herî talî ya Sûrî de jî me dît ku gelek sucên şer li dijî hêzên parastina jin YPJ û dijî gelan hatin kirin. Em ê jêkirina ew keziya Şervana jin û bedena wê şervana ji bînayê avêtin ji bîr nekin. Ew şervanên heqîqetê ne ku li hemberî tarîtiyê bûne ronahiya şoreşa jinê.

Bi vê baweriyê em weke TAJÊ; piştgiriya kampanyaya “Em Hemû YPJ ne’’ û “YPJ hêz û temînata parastina destkeftiyên jina ye’’ dikin û dibêjin; xweparastin mîsogeriya hebûna jinane, YPJ mîsogeriya azadiya jinane. Pêwiste hikûmeta demkî ya Sûrî YPJ; weke arteşa jinan û arteşa herî rewa ya Sûriye yê di aliyê fermî de nas bike. Xwedî derketina YPJ, xwedî derketina berxwedan, tekoşîn û azadiya jinane.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana YPJ’ê, Bijî Berxwedana Jinan, Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.