Malbata Beluc hate binçavkirin: Zarok bi hewldanan hatin berdan

Hêzên ewlehiyê li Servanê bi ser mala malbatek Beluc a çar kesîde girtin û ew binçavkirin. Du zarokên malbatê ên biçûk bi hewldana kes û karên wan hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku ji aliyê Medyaya Mafê Mirovan a Belucistanê ve hatî weşandin, roja Çarşemê 29’ê Nîsanê, hêzên ewlehiyê li Seravan bi ser mala malbatek Belucî ya çar kesî de girtine û ew binçavkirin.

Li gorî raporê, hêzên ewlehiyê bêyî biryarek a dadweriyê, li Seravanê bi ser malekê de girtine, çar endamên malbatê ku ji dayîk, bav û du zarokên biçûk pêktê binçav kirin û birin cihek ne diyar.

Nasnameya bavê malbatê wek Modesser Alî Erbab ê 30 salî hate ragihandin, nasnameya dayîkê hê nehate piştrastkirin.

Hate diyarkirin ku di dema binçavkirinê de, erebeya bi pîlaqeya leşkerî bi ser malê de girtine û hemû endamên malê binçavkirine. Herdu zarokên biçûk ên malbatê, bi hewldana kes û karên wan hatin berdan û radestî malbatên wan hatin kirin.