Rêxistinên Rojnamegeran: Xebatê rojnamegeriyê tên astengkirin
Rêxistinên Rojnamegeriyê, di çarçoveya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de civîna çapemeniyê li darxistin û diyarkirin ku li Tirkiyeyê rojnamegerî her roj hê zêdetir tên astengkirin, banga berdana rojnamegerên girtî kirin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGK), DÎSK-Basin-İş, Haber-Sen, Yekîtiya Rojnamegerên Ewropayê, Cemiyeta Rojnamegerên Başur û Rojhilat, tekildarî 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li avahiya yekitiya Mulkiyeyan a navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Ji rojnamegerên girtî re azadî” nivisî hat daliqandin. Metna daxuyaniyê rojnameger Dîren Yurtsever xwend.
‘Herku diçe rojnamegerî tê astengkirin’
Dîran Yurtsever diyar kir ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de ji nav 180 dewletan cîhanê de di rêza 163an de cih digirê û da zanîn ku rojnameger ji ber kar û xebatên xwe tên girtin. Dîren Yurtsever destnîşan kir ku bi girtina rojnamegeran mafê wergirtina agahiyan a gel jî tê astengkirin.
‘Mudaxeleya mafê girtina nûçeyan’
Dîren Yurtsever da zanîn ku li Tirkiyeyê hejmarek zêde rojnameger, ji ber erkê xwe ya agahdarkirina civakê pêkaniye girtîne û xebatên wan ên pîşeyî di çarçoveya ‘sûc’ de hatiye destgirtin û ne li gorî rêgezên dewleta hiqûqê ye. Dîren Yurtsever îfade kir ku rojnamegerên li girtîgehan ne tenê ji azadiya xwe, ji mafê pîşeya xwe bê par hatine hiştin. Li gelê vê rasterast mafê girtina nûçeyan ên gel hatiye mudaxelekirin.
‘Divê rojnemeger ne di girtîgehan debin’
Dîren Yurtsever destnîşan kir ku girtina rojnamegeran, civakê ji rastiyan qut dike û wiha dom kir: “Dema rojnameger tên bêdengkirin, berxwedanan karkeran nayê dîtin, mafê kedkaran nayê bihîstin, encamên tepesandina dengê jinan, ciwanan û hemû kesên hatin perçiqandin bi xwere tîne. Her êrîşa li dijî azadiya rojnamegeriyê, di heman demê de êrîşek li dijî mafê demokrasiya civakê ye. Li Tirkiyeyê karkerên fikir, di heman demê de di dorpêçek giran a aborî û siyasî dene. Yekbûna xwediyên medyayê, çavkaniyê civakê, ragihandina ji medyaya nêzî desthilatê re, lewazbûna sîstematîk a rojnamegeriya serbixwe, oto-sansur belav dike û nûçegihaniya rexnegiriyê teng dike. Hevpîşeyên me yên ku bê ewle di xebitin, mixabin di nava vê sazûmaniyê de di şertên birçîbûnê de têkoşîna jiyanê didin. Îro ev gef, bêyî cûdahiya nêzî desthilatê û muxalefetê ji bo hemû rojnamegeran derbasdare. Sedemê herî bingehîn ku hevpîşeyên me ji vê pîşeyî bi revin, ev gavên antî demokratîk ên ku me rêz kirine û bê ewlebûne. Rojnamevan di sêgoşeya bêkarî, bêewlehî û zextê de di domandina pîşeyên xwe de zorî dikşînin. Nabe ku rojnameger di girtîgehan debin. Li pey heqîqetê, parastina mafê gel ê girtina nûçeyan ne sûce, berpirsyartiyek a civakî ye.”
Daxwaz wiha hatin rêzkirin:
“*Divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan.
*Divê sepanên ku xebatên rojnamegeriyê weke ‘Sûc’ bi nav dike divê demildest bi dawî bibin.
*Qanûnên ku li pêşya azadiya reman û xebatên rojnamegeriyê ne divê bên rakirin.
*Ji bo rojnamegeran divê ewlehiya xebatan pêk were û sepanên li pêşya mafê sendika bûyinê ne bên rakirin.”
Piştî daxuyaniyê nav û nameyên rojnamegerên girtî hatin xwendin û daxwaza azadiya wan kirin.