TAJÊ: Biryara wezaretê biryarek metisîdar û xeternak e

Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ der barê biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ku ji bo Êzidiyên li kampan girtî dimînin dabû, name ji wezaretê re şand, diyar kir ku biryar wezaretê biryareke metisîdar, xeternak û berdewama jenosîdê ye.

Şengal – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di 20’ê Tebaxê de ragihandibû ku dê ji bo kesên piştî êrîşên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an koçber bûne û li kampên mîna Duhokê hatine bicihkirin ‘qanûna entegrasyonê’ derxin. Piştî derxistina vê qanûnê êdî ew kes dê li cihên xwe yên heyî bi awayekî mayînde bimînin û statuya xwe ya koçberiyê winda bikin.

Biryara wezaratê di nava civaka ÊzidÎ de bû sedema bertekan û Êzidiyan vê biryara Iraqê weke berdewamiya jenosîdê û guhertina demografiya Şengalê bi nav kirin.

Têkildarî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) name ji wezaretê re şand û xwest demildest biryar were betalkirin.

‘Hikûmeta Iraqê tu berpirsyariya xwe pêk neaniye’

TAJÊ di nameya xwe de diyar kir ku hikûmeta Iraqê li cihê ku ji bo Êzidî vegerin cih û warên xwe xebat bide meşandin, dixwaze qanûnên xeternak ku weke jenosîdê tê binavkirin, derxe û wiha got: “Di encama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê, bi sedhezaran mirovên Êzidî bi zorê ji cih û warê xwe koçber bûn. Di heman demê de, di encama fermanê  de malên gel hatin xirabkirin û binya tehtiyê ya Şengalê hat rûxandin. Hûkmeta Iraqê ji bo miletê koçber vegerin ser cihê xwe pêwist bû malên koçberan ku di fermanê de hatine wêrankirin ava kiribûya da ku miletê me yê koçber vegeriya ser ax û warên xwe. Lê heya roja îro ev yek li gorî dihat xwestin nehatiye kirin. Berpirsyariyên xwe li hemberî Şengalê pêk neaniye. Wezareta Koç û Koçberan di 20’ê Tebaxê de biryar girt ku heya serê salê ger koçber venegerin cihê xwe wê ji statuya koçberan derkevin û bibin niştecihên cihê lê koçber bûne û dosyaya koçberan dê were girtin.”

‘Yekkirina hemû kampan biryareke metirsîdar e’

Di nameyê de TAJÊ bal kişand ser yekkirina hemû kampan û destnîşan kir ku biryara wezaretê biryareke gelek metirsîdar dibînin û ev nirxandin kir: “Herî dawî wazaretê got ku dê hemû kampan bikin yek. Em vê biryarê gelek metirsîdar dibînin. Ev biryarek li gorî berjewediyên siyasî ye nakeve berjewendiyên civaka me. Ev yek guhertina demografiyê ye. Lewre em jinên Êzidî û civaka Êzidî biryara Wezareta Koç û Koçberan rast nabînin û qebûl nakin. Veqetandina Êzidiyan ji koka wan tê wateya berdewamiya fermanê. Em dixwazin balê bikşînin ser biryara efûya giştî ku di encama wê de bi hezaran DAIŞ’î ji zindanên Iraqê hatin berdan. Ev rewşek metirsîdar e ger Êzidî venegerin ser axa xwe li wir rastî êrîşê werin wê çawa xwe biparêzên? An jî kî dê wan biparêze? Hê jî rastiya fermana 2014’an li ber çavan e.”

Daxwaza TAJÊ

Di dawiya nameyê de TAJÊ ev daxwaz ji Wezareta Koç û Koçberan kir:

* Biryara  ku we di 20’ê Tebaxê de girt divê were betalkirin.

* Divê ku derfet ji bo koçberan were dayîn, malên wan bên avakirin, projeyên kar li Şengalê bên avakirin da ku Êzidî vegerin cih û warên xwe.