‘Pêşengên çapemeniya azad ji bo me dibin felsefe û bingehek’

Rojnamevan Sînor Rehman, diyar kir ku rojnamevaniya azad di kesayetên pêşeng de derdikeve holê û got: “Weke Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Ezîz Koyluoglu, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, şehîdên ragihandina azad, şehîdên vî gelê ne.”

HÊLÎN EHMED 

Silêmanî – Dewleta Tirk her dem hewl dide bi polîtîkayên xwe gelê Kurd tune bike, gelê Kurd jî 100 sal in li dijî êrîşên dewleta Tirk têdikoşe. Çapemeniya azad jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, ji bo eşkerekirina heqîqetê roleke girîng û bi bandor dilîze. Hedefgirtina rojnamevanên jin ên azad ji aliyê dewleta Tirk ve nîşaneya tirsa dewleta Tirk a ji rojnamevanên jin ên azad e. Dewleta Tirk, rojnamevanên azad ên hewl didin rastiyê eşkere bikin, hedef digre. Lê belê ruxmê vê jî rojnamevanên azad di gihandina dengê heqîqetê de îsrar dikin.  

‘Rojnamegeriya azad ji kesayetên pêşeng derdikeve’ 

Rojnamevan Sînor Rehman, der barê hedefgirtina rojnamevanên azad de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Çapemeniya Kurd, nêzî sed salan e xebatê dimeşîne û ev çand heta roja me ya îro didome. Di rojnamegeriya azad de kesayeta azad gelek girîng e. Li dijî çapemeniya derve anternatîfa çapemeniya azad heye. Çapemeniya şerê taybet, beşek ji aqilê desthilatdarî û dewletê ye. Lewma kesayeta rojnamegeriya azad, ji kesayetên pêşeng derdikeve. Mîna Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Ezîz Koyluoglu, Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn. Di kesayeta wan de kesayeta rojnamegeriya azad derdikeve.”

Sînor Rehman, der barê bandora rojnamegeriya azad de wiha got: “Çapemeniya alîgirê dewletê yan jî desthilatdariyê, bi berovajîkirina bûyer û veşartina rastiyan hewl dide civakê bêhêvî bike û jin û ciwanan bixe bin bandora xwe. Li dijî vê yekê bandor û hêza rojnamegeriya azad zêdetir dibe. Lewma xebatkarên çapemeniya azad her dem tên hedefgirtin.”

‘Pêşengên çapemeniya azad ji bo me dibin felsefe û bingehek’

Sînor Rehman, da zanîn ku doza azadî, edalet, mîsogerkirina aştiyê û avakirina civakê li ser bingeha cewherî ya ku mafê xwe û berpirsyariya xwe biparêze didome û wiha axivî: “Pêşengên me yên çapemeniya azad, di oxîra gihandina heqîqetê de jiyana xwe ji dest dan. Bi saya pêşengên me bi dehan jin û hemwelatiyan, çapemeniya azad û doza Kurd naskirin. Pêşengên me mîna stêrkek, ronahî didin vê riyê. Her wiha kesayet û fikrên wan ji bo hemû kesan û aştîxwazan dibe felsefe û bingehek.”

‘Şehîdên me pêşengên me ne û dê tu caran neyên jibîrkirin’

Sînor Rehman, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Nabe doza şehîdên çapemeniyê ji şehîdên din cuda be, ji ber hemû şehîdên vî gelî û xakê ne. Ji aliyê dewletên dagirker ve hatin hedefgirtin. Hemû şehîd pîroz in û nabe werin cudakirin. Şehîdên me pêşengên me ne û em ê her dem xwedî li doza wan derbikevin. Ger em îro xwedî li Gulistan û Hêroyan dernekevîn, wê qonaxa pêşerojê ji bo gelê Kurd zehmetir û dijwartir be. Yên ku qonaxa şer û dagirkeriyê vediguherînin qonaxa aştî, siyaset û xebatên demokratîk şehîdên me ne. Divê malbatên şehîdan jî bi vê têgihîştinê xwedî li rola xwe derbikevin.” 

‘Di qanûnên navneteweyî de rojnamevan tên parastin’

Sînor Rehman, bi van gotinan axaftina xwe domand: “Dema di nava pergalê de sûcek bi vî awayî were kirin, ev yek sûcek navneteweyî ye ku di asta cîhanî de gelek zagon ji bo parastina rojnamevanan hene. Qanûnên navneteweyî rojnamevanan, mîna hemwelatiyên sivîl dibînin û divê weke hemwelatiyên sivîl di dema şer û aloziyan de bên parastin. Nêzî 10-15 sal in Herêma Kurdistanê jî îxanet û kuştina mirovan didome û di rewşeke wiha de parastina rojnamevanan  erka aliyên siyasî û hêzên ewlekarî û asayîşê ye. Ger neyên parastin, tu bandora zagonan namîne. Gelo zagon ji bo çi ne û çima edalet nayê bicihanîn? Ev dozeke navneteweyî ye. Asîmanê başûrê Kurdistanê ku di bin kontrola dewletên Ewropayê de ye, dewleta Tirk sînorên asîmanî derbas dike û rojnamevanan hedef digre! Her wiha li rojavayê Kurdistanê jî bi heman awayî xebatkarên çapemeniya azad tên hedefgirtin. Divê li Başurê Kurdistanê doza Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bê ronîkirin û edalet bê mîsogerkirin. Divê sûcdar hesab bidin û bên cezakirin. Ji bo pêkanîna edaletê divê dewlet bersûcan ceza bike.”

‘Hemû hewldanên mirovahiyê ji bo aştiyê ne’

Sînor Rehman, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû hewldanên mirovahiyê ji bo aştî û parastina kerameta mirovan in. Lewma divê ev doz bêalî bibin. Bersûc jî cezayên xwe bikşînin. Çawa ku di demên borî de bi daxwazên me çete û kujerên peşmergeyan hatin cezakirin divê kujerên xebatên çapemeniyê jî bên cezakirin. Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê li Bakurê Kurdistanê daxwaza edaletê dikin û dixwazin kujer bên cezakirin. Lewma divê civak xwedî li doza xwe derbikeve da ku ji bo rojnamevanên azad û şehîdên azad edaletê bê pêkanîn.”