Heyva Sor a Kurd alîkarî da 300 malbatên Suweydayî
Hevseroka Heyva Sor a Kurd ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Abdullah destnîşan kir ku di dema komkujiyên li peravê û Suweydayê de, Heyva Sor a Kurd yekem saziya alîkar bûye.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Heyva Sor a Kurd ya Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê bi pêkanîna bername, xizmetên bijîşkî û alîkariyên bi armanca piştgiriya li herêmên cûda yên Sûrîyeyê, xebatên xwe yên mirovî didomîne dike. Çalakiyên Heyva Sor a Kurd, ji bilî belavkirina alîkariya xwarinê û pêdiviyên bingehîn ên ji malbatên ku ji krîzan bandor bûne, peydakirina lênêrîna tenduristiyê û alîkariya yekem jî vedihewîne. Bi taybetî di nava şert û mercên dijwar û êrîşên ku çeteyên HTŞ (Heyet Tehrîr El-Şam) birin ser Suweydayê û peravê de Heyva Sor a Kurd piştgirî û alîkariyê ji gel re peyda dike. Heyva Sor a Kurd bi armanca sivikkirina êşên wan ên ku rojane berdewam dikin, hewl dide xwe bigihîne deverên ku di bin dorpêçê de ne.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Abdullah têkildarê alîkarîya ku dişînin Suweydayê û kar û xebatên ku heta niha ji bo deverên din ên Sûriyeyê kirine, ji ajansa me re axivî. Hediya Abdullah anî ziman ku ew weke sazî alîkariyê dane nêzî 300 malbatên Suweydayê.
Di nav gunedewaran de ekîbên gerok ava kiriye
Hediya Abdullah di despêka axaftinên xwe de behsa kar û xebatên Heyva Sor a Kurd kir. Hediya ragihand ku di sala 2012’an de dest bi kar û xebatên Heyva Sor a Kurd kirine û wiha got: “Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşên awarte de gelek alîkarî ji gel re pêşkêş kiriye. Alîkariyên wek rewşên koçberî, erdhej, şer û komkujî kiriye. Heyva Sor a Kurd di nav gundewarên li dûrî bajaran de ekîbên gerok ava kiriye.”
‘Bi lez û bez alîkarî hazir kirin û berê xwe dan Suweydayê’
Hediya Abdullah destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd yekem sazî bûye ku alîkarî şandiye peravê û Suweydayê û wiha berdewam kir: “Di dema komkujiyên ku li peravê û Suweydayê hatin kirin de, Heyva Sor a Kurd saziya sereke bû ji bo ku destê alîkariyê bide û xwe bighîne kesên ku tundî, talanî û koçberî li ser wan pêk hatine. Heyva Sor a Kurd nêzî 12 hezar selikên xwarinê û paqijiyê li peravê belav kirin. Di despêka êrîşên ku li ser Suweydayê pêk hatin de, Heyva Sor a Kurd bi lez û bez alîkarî hazir kirin û berê xwe dan Suweydayê. Lê mixabin nêzî 5 rojan ji aliyê Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve li Şamê hatin rawestandin. Bi riya hevkarên ku bi me re kar dikin, me alîkarî şandin, carek din hat rawestandin. Li Suweydayê rewşeke mirovahî ya gelek zehmet tê jiyîn. Me gelek hewl dan û gelek zehmetî dît heta ku me xwe gîhand Suweydayê. Gelek kesên ji xelkên Suweydayê ne, ji bo ku alîkariyên Heyva Sor bighên Suweydayê ew bi xwe kar dikin.”
‘Nêzî 40 hezar xwarina hazir li gelê Suweydayê hat belavkirin’
Hediya Abdullah diyar kir ku Rêveberiya xweser ji Heyva Sor a Kurd re ji bo Suweydayê alîkariyek pir mezin pêşkêş kiriye û wiha pê de çû: “Rêveberiya xweser ji Heyva Sor re nêzî milyon dolarek pêşkêş kir, da ku alîkariyek mezin li Suweydayê were belavkirin. Heyva Sor alîkariyê di gelek mijaran de ji Suweydayê re pêşkêş kir. Di despêkê de me av û mazotê ji cotkaran re peyda kir. Nêzî 40 hezar xwarinên hazir ji gelê Suweydayê re hat belavkirin û ji nêzî 300 malbatan re alîkariya madî hat pêşkêşkirin. Li Navenda Emel a Suweydayê ji bo ku dermanên nexweşên penceşêrê neyên rawestandin û jiyana wan nekeve xeterê, me di şertên gelek zehmet de dermanên penceşêrê ji wan re peyda kir. Niha jî selikên xwarinê amade dibin ji bo ku ji gelê Suweydayê re werin rêkirin.”
‘Em hewl didin li her aliyê ku êş heye em bibin bersiva wê êşê’
Hediya Abdullah da zanîn ku Heyva Sor a Kurd alîkarî ji şagirtên Suweydayê yên li derveyê Suweydayê mabûn re, pêşkêş kiriye û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Hejmarek gelek mezin ji şagirtên Suweydayê yên ku li derveyî Suweydayê dixwendin, têkilî di navbera wan û malbatên wan de hatibû qutkirin. Heyva Sor a Kurd alîkarî ji wan re pêşkêş kir. Ji bo Suweydayê tenê Rêveberiya Xweser destê alîkariyê da Heyva Sor. Alîkariyên me berdewam in û em hewl didin di her aliyê ku êş heye de, bibin bersiva wê êşê. Bangewaziya me ew e ku di demeke gelek nêz de ev dorpêça li ser Suweydayê were rakirin.”