Li Xezayê di Tebaxê de 185 kes ji birçîna mirin
Ji ber dorpêça Îsraîlê, xelkê Xezayê ji birçîna dimirin. Di meha Tebaxê de li Zîvala Xezadê hejmara kesên ji birçîna mirine bû 185.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya nivîskî ya weşandî de diyar kir ku li Zîvala Xeza bandorên hilweşîner ên xelayê zêde bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Zîvala Xezayê di meha Tebaxê de ji ber birçîbûn û kêm xurekê 185 Filistînî mirine, ev hejmar li gora mehên din hejmara herî zêde ye.
Hate diyarkirin ku li Zîvala Xezayê zêdeyî 55 hezar dayîkên ducanî û şîr didin bi pirsgirêka kêm xurekê re rûbirû ne. Di heman demê de hat destnîşankirin ku ji sedî 67’ê jinên ducanî bi nexweşiya anemî ketine.
Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku li Zîvala Xezayê rewşa xeter heye û mudaxeleya lezgîn digel ku sînordar e, amûrên xwarinê û tibî kêm in.
Li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha hejmara kesên ji birçîna mirine, gihîşt 361’an û 130 ji wan, zarok in.
Li gorî daxuyaniya Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya ku ji Neteweyên Yekbûyî tê destek dibîne, ya 22’yê Tebaxê ku li Xezayê xela hat îlankirin, heta niha 12 jê zarok 70 kes ji birçîna û kêm xurekê mirine. Hat destnîşankirin ku li Zîvala Xezayê nêzî 43 hezar zarokên di bin temenê 5 salî de, bi pirsgirêka kêm xurekê re rûbirû ne. Di rapora IPC de hate îfadekirin ku li Xezeyê ji 15’ê Tebaxa 2025’an pê ve rewş gihîştiye Qonaxa 5’an ku wekî "asta felaketê" tê zanîn. Di raporê de hat gotin ku “Piştî 22 mehan ji pevçûnên hovane, zêdetirî nîv milyon mirov bi şert û mercên ku ji ber birçîbûn, xizanî û mirinê têne diyarkirin re rû bi rû ne.”