Tabelaya ku wêneyên Gulîstan û Hêro li ser bû hat rûxandin
Tabelaya ku wêneyên rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin li ser bûn û navê wan li cadeyek navçeya Seyîdsadiqê hatibû kirin, hate rûxandin û şewitandin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-690x390cc-mrk-12-02-2025-gazeteciler-tara-behadin-fotolari-yakildi1-jpg600cf5-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di 23’ê Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Navên her du rojnamegerên hatin qetilkirin, li cadeyek hatin kirin. Roja 10’ê Sibatê bi tevlîbûna gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzî navçeya Seyîdsadiqê, wêneyên Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê hatibûn qetilkirin hatin danîn. Ji bo ku tim bên bîranîn jî, navê “Cadeya Rojnamevanên Şehîd Gulîstan Tara û Hêro Behadîn” li cadeyê hat kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; tabelaya ku wêneyên her du rojnamegeran li ser bû, hat rûxandin û piştre jî hat şewitandin. Heta niha jî têkildarî kesên ev êrîş kirine, tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23’ê Tebaxa 2024’an de di encama êrîşeke balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a li Seyîdsadiq a Silêmaniyê de, karwanê rojnamevanan bû hedef. Di encama êrîşê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û gelek rojnamevan jî birîndar bûn.