Li Ewropayê rastiya ‘sinetkirina jinan’: Ji 600 hezarî zêdetir jin hatine sinetkirin
Li gor agahiyên ji welatên Ewropayê hatine komkirin, li tevahiya cîhanê ji 230 milyonî zêdetir jin hatine sinetkirin, tenê li Ewropayê ev hejmar ji 600 hezarî zêdetir e.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-1200x675-cmsv2-c6f8ad21-784c-54f5-a54a-7dffbe30eeb8-9043346-webp9d9f68-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Sinetkirina jinan (Female genital mutilation - FGM), jêkirina beşek an jî tevahiya aliyê derveyî yê lebatê zayendî yê jinê ye. Bingehek wê ya tibî tuneye, lê dîsa jî li gelek welatan tê pêkanîn. Niha jî di nav rastiyên Avrpûpayê de cîhê xwe girtiye. Piraniya jin û zarokên keç ên ku hatine sinetkirin ji Afrîka û Asyayê ne û hejmara wan ji 600 hezarî zêdetir e.
Li gor daneyên fermî, li tevahiya cîhanê ji 230 milyonî zêdetir jin hatine sinetkirin. Di konferansek ku li Parlamentoya Ewropayê hatiye lidarxistin de, beşdaran xwestibûn ku rêyên çareseriyê yên ji bo pêşî li vê pêkanînê bê girtin, bên lêkolînkirin.
Sinetvanan ji welatên wan tînin Ewropayê
Saziya civakî ya bi navê Women of Grace UK ya ku li hemberî tundiya li ser bingeha zayendî tê kirin têdikoşe, li ser mijarê lêkolîn kiriye. Damezrînera UK’ê Valerie Lolomari, ji Euronews'ê re got ku "Li Ewropayê em nikarin bêjin ku sinetkirina jinan tuneye. Em dikarin li her derê rastî vê pêkanînê bên. Hinek jin berî ku koç bikin û herin Ewropayê, tên sinetkirin. Hinek jî, dema ji Ewropayê tên serdana welatê xwe, rastî vê pêkanînê tên. Lê yên ku li Ewropayê jinan sinet dikin jî hene. Hinek malbat hene, kesên ku jinan sinet dikin û di vê mijarê de şanaz in, ji welatên wan digirin û tînin Ewropayê, li vir bi wan didin sinetkirin.”
Jin di vê mijarê de ji berê wêrektir in
Saziyên ku li ser vê mijarê lêkolînan dikin, destnîşan dikin ku ji bo tabû her diçe zêdetir hildiweşin, mirov zêdetir bi awayekî azad diaxivin. Sazî dibêjin ku dîsa jî ji bo ku ev feraset biguhere, hê divê têkoşînek mezintir bê meşandin. Pisporê tenduristiya gel ê li Îngilistanê Comfort Momoh, balê dikşîne ser sedemên sinetkirina jinan û wiha dibêje: "Metoda ku heta îro bikêr hatiye, hewldanên jinên bi sinetkirinê re rûbirû bûne bi xwe bûn. Di nav hev de pêhesandinek çêdikin.”
‘Jin û zarokên keç naxwazin’
Lê baweriyên kevn û zextên civakî, di nav hinek civakan de pir bicîh bûne. Malbatên ku li hember sinetkirina jinan xwe neqayîl dikin, ji civakê tên derkirin. Jasmina El Shouraky ku yek ji rêberên ciwan ên Rêxistina îtalî ya bi navê Ciwanên Çalakger (Youth in Action ACT) ye, dibêje ku "Bawer im êdî em pê dihesin ku hinek tişt şaş in. Dibe ku baş nizanin ka tiştê şaş çi ye, lê rastiyek heye. Piraniya jinan û keçikan naxwazin ev tişt li wan bê kirin û jin bên sinetkirin.”
‘Personelên tenduristiyê bila bên perwerdekirin’
Endama îtalî ya Parlamentoya Ewropayê Cristina Guarda jî bang dike ku bi taybetî jî di nav kedkarên perwerdehî û tenduristiyê de bihîstyariyek li hember sinetkirina jinan bê avakirin. Guarda, wiha dibêje: "Pêwîst e ku personelên tenduristiyê sedîsed bên perwerdekirin. Ji ber ku divê li beşên lezgîn ên nexweşxaneyan nîşaneyên vê pêkanînê zû bên dîtin û jin tenê neyên hiştin.”
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di sala 2024’an de biryarek nû derxist û ji welatên ku endamên wê ne, xwest ku sinetkirina jinan wek ‘sûcê taybet’ li zagonên xwe yên cezayê zêde bikin.
Neteweyên Yekbûyî jî bang dike ku heta sala 2030'î, sinetkirina jinan bi tevahî ji holê bê rakirin.