Rojnameger Nezahat Dogan: Divê rojnameger piştgiriyê bidin pêvajoyê

Rojnamger Nezahat Dogan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê da diyar kir ku rojnameger jî dikarin bi hinek rê û rêbazan piştgiriyê bidin pêvajoyê.

SARYA DENÎZ

Stenbol – Li Tirkiyeyê ji ber ku meseleya Kurd çareser nabe, di warê siyasî, aborî û gelek waran de pêşî li pêşketin, maf û azadiyê tê girtin. Li welat di hinek deman de li ser navê çareseriya meseleyê hinek hewldan çêbûbûn jî; ev hewldan bi polîtîkaya zextê bi dawî bûne.

Li Tirkiyeyê herî dawî di 1’ê Cotmeha 2024’an de piştî vebûna meclisê, li ser çareseriya meseleyê nîqaş çêbûn û ketin rojevê. Ji bo vê yekê ji bo çareseriyê hinek pêşketin çêbûn. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind Tîpa F a Îmraliyê, du car bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di daxuyaniyên ku piştî herdu hevdîtinan hatin dayîn de peyamên çareseriya meseleya Kurd bi riyên demokratîk û têkildarî demokratîkbûnê peyamên girîng hatin dayîn. Her çendî peyamên ku bendewariya çareseriyê di wan de hebûn hatin dayîn jî ji aliyê desthilatdariyê ve heta niha tu gavek şênber nehatiye avêtin. Li ser awa û çawaniya çareseriyê nîqaş didomin lê dijberî van gotinan qeyûm davêjin ser şaredariyan, binçavkirin û girtina mirovan û êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Bendewariya peyamê

Li aliyê din di encama du hevdîtinan de raya giştî niha li bendê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Sibatê de peyamek bide. Ji aliyekî ve bala her kesê li ser peyama ji Abdullah Ocalan were ye, ji aliyekî ve jî hewl didin hêviya çareseriyê di nava gotinên ‘berdana çekê’ de bihêlin.

Endama Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê rojnameger Nezahat Dogan û hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, Dîcle Muftuoglu, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.

Li ser pêvajoyê gelek pirsnîşan hene, hem ji bo ku bersivê ji hinek pirsan re bibînin, hem jî ji aliyê pîşeyî ve rojnamegerên ku dixwazin tevli pêvajoyê bibin, difikirin ku hevdîtin girîng e. Em bi rojnameger Nezahat Dogan a ku ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kiriye re axivîn.

‘Em nizanin pêvajo çawa diçe’

Nezahat Dogan diyar kir ku li Tirkiyeyê ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve heta niha bûne şahidê pêvajoyeke ku hûrgiliyên wê nayên zanîn û pirsa “çi dibe” ya gelek caran tê kirin û got ku bi destgirtina Devlet Bahçelî ya li meclisê pêvajoya ku derket holê, hê navê wê diyar nîn e ka çareseriya meseleya Kurd e, pêşketinek, pêvajoyek an jî muzakere ye. Nezahat Dogan got: “Bi tu awayî navê vê pêvajoyê nehatiye danîn. Tenê tişta em bibêjin ew e ku pêvajoyek heye lê em nizanin çawa ye û çi ye. Li Tirkiye, herêmê û cîhanê hevsengiyên ku diguherin hene û di nava hevsengiyên li Rojhilata Navîn de Kurd aktorên mezin in. Bi vê yekê hewl didin ji nû ve keviran daynin ser hev û li herêmê dîzaynek nû heye. Di polîtîkaya Rojhilata Navîn de îro ji aliyê herêmî ve sîrayetê Tirkiyeyê jî kiriye. Vê rewşê di warê çareseriya meseleya Kurd de desthilatdarî û dewletê anî cihek gelo? Çi dibe? Dê pêvajoyek çawa hebe?” Nezahat Dogan diyar kir ku rojnameger bi berpirsyariya bersiva van pirsan tevdigerin.

‘Ji bo vekirina deriyan em derketin rê’

Nezahat Dogan got ku wan ji bo zelaliyê serlêdanek ku divê her rojnameger bike kirine û wiha domand: “Ji bo hevpeyvî ê me serî li Wezareta Dadê da. Ji bo pêvajo zelal bibe, civak agahiyên rast bigre û pêşniyarên çareseriyê û paradîgmaya Abdullah Ocalan pênase bibe ku em vê yekê bi 7 madeyên ku herî dawî bi heyetê re şand dizanin. Di nava paradîgmayek ji bo çareseriyê de û perspektîfa neteweya demokratîk de paradîgmaya wê li ku rûdinê? Em dixwazim van hemûyan bipirsin, bibînin ka di ware çareseriya meseleya Kurd de gavên çawa werin avêtin bibînin. Ji bo deriyên Îmraliyê vebibin, zelalî çêbibe me serlêdan kir.”

Behskirina aştiyê

Nezahat Dogan diyar kir ku wê pêvajoyên berê yên Tirkiyeyê jî şopandine bal kişand ser salên di navbera 2013-2015’an de û da zanîn ku wê demê ji sedî 60 kesên li welat destek didan çareseriyê û wiha domand:

“Di wê pêvajoya çareseriyê de desteka ji sedî 60, ji ber ku ji aliyê polîtîk ve MHP û CHP li meclisê dijber bûn mase qelibî. Pêvajo xitimî û 9 sal in bi polîtîkayên şer hewl didin welat birêve bibin, di bin zextan de bihêlin û mirovan biçewisînin. Bi zimanê vederkirin û nefretê pêvajo dijwartir bû. Rojnameger tên girtin, siyasetmedar tên girtin, nikarin karê xwe bikin.”

Nezahat Dogan diyar kir ku desthilatdarî di mijarên ku naxwaze werin dîtin de rojnamegeran dixe dorpêçê bal kişand ser girîngiya zimanê aştiyê û wiha got: “Rojnameger dema ku nûçeyan dişopînin, ew bi xwe dibin mijara nûçeyê. Ji karker, heta kedkaran, ji aborî heta binpêkirina mafan, heta şîdeta li ser jinan, pêvajoyek reş û tarî heye. Di nava rejîmek totalîter a ku otorîteya wê tûjtir dibe de welat bi rêve dibin. Tam jî ji ber vê yekê divê riyek, ferehiyek, gotinên li ser aştiyê hebin. Em di vê pêvajoyê de dibînin ku vê yekê di nava civakê de xweşbînî û hêviyek çawa çêkiriye.”  

‘Pêkanîna hiqûqê pir girîng e’

Nezahat dogan bal kişand ku ji bo pêvajo dest pê bike, pêkanîna hiqûqê ferz e û wiha got: “Dema em behsa maf û azadiyên bingehîn û wekheviyê dikin, dibînin ku ji bo pêkanîna vê yekê şertê herî girîng hiqûq e. Pêkanîna hiqûqê pir girîng e. Bi taybetî di vê pêvajoyê de em bi bîr bînin ku di daxuyaniyên ji Îmraliyê de jî behsa vê kirin. Xebitandina meclisê, di vê xebatê de çarçoveya makezagonî û hiqûqî, vekirina riyên siyaseta demokratîk û pêşxistina gavên demokratîkbûnê, yek ji hêmanên sereke hiqûq e.”

‘Ji bo avakirina jiyanê aştî pêwîst e’

Nezahat Dogan bal kişand ku bi taybetî rojnameger bi îfadeyên şahidên veşarî tên binçavkirin an jî girtin û got ku rojnamegeran ji ber nûçeyên çêdikin sûcdar dikin. Nezahat Dogan diyar kir ku ji bo rojnamegerên jin rewş girantir e, bal kişand ku ji bo aştiyê bihevrebûn girîng e û wiha domand: “Ji bo em bikaribin li ba hev bisekinin aştî pêwîst e. Ji bo jiyana hevpar di her warî de aştî pêwîst e. Ji bo gotina rast û zimanê rast aştî pêwîst e.”

Nezahat Dogan got ku di salên dawî de şîdeta li dijî jinan veguheriye polîtîkayên qirkirinê, diyar kir ku di bingeha hemû bûyeran de polîtîkayên şer ên ku feraseta mêr teşe digrin hene û got: “Di her beşa vê civakê de, di malbatê, kar, jiyan, huner, civak û siyasetê de kesên ku zêde ji krîza aborî zirarê dibînin jin û zarok in. Ji ber wê ji bo bidawîbûna şer û pevçûnan, ji bo ku pêvajoyên pevçûnan ber bi muzakere û aştiyê ve biçin, ji aboriyê bigre heta xizaniya di jiyana civakî û sînorê birçîbûnê îro yek ji pirsgirêkên bingehîn ev e û ji bo vê jî divê meseleya Kurd çareser bibe.”

‘Em bi îradeyek mezin xwedî derketin’

Nezahat Dogan, wiha domand: “Çareseriya meseleya Kurd ji bo vê girîng e: Pereyê zêde ji çekan, bombeyan, SİHA’yan re tê xerckirin. 40 sal in meseleya Kurd a bi pevçûnê çareser nebûye heye. Çareseriya meseleya Kurd dê çi biguherîne divê em vê ji civakê re baş vebêjin. Bi siyaseta demokratîk, çareserkirina pirsgirêkê dê sîrayetê hemû warên jiyana me bike. Ji aboriyê, heta civak, jin, zarok, kedkar, karkeran, dayîna mafê keda jinan pêdiviya me bi firehî û aştiyê heye. Bi demokratîkbûnê derfeta me ya jiyana bi hev re heye. Ji ber wê rêxistinbûna jinan a bi hev re, li cihê ku jin lê hene, bi taybetî em jinên rojnameger, di vê qadê de em li dijî cudakariya zayenda civakî û feraseta mêr, li dijî şîdetê ne. Ji ber vê dema ku em biaxivin divê em bi hev re bin, rastiyê nîşan bidin û bi îradeyek bi hêz xwedî derbikevin.”

‘Dê dengê me bilindtir bibe’

Nezahat Dogan got ku berpirsyariya rojnamegeran di her warî de ew e ku tiştên nayên dîtin nîşan bidin û diyar kir ku serlêdana rojnamegeran ji bo çûyîna Îmraliyê girîng e, pêşengên vê yekê jî jin in.  Nezahat Dogan got ku hinek rojnameger dixwazin serlêdan bikin lê bi mesafe nêz dibin û got ku wan bi hîskirina berpirsyariyê vê gavê avêtine. Nezahat Dogan wiha bi dawî kir: “Ji niha û pê ve jî dibe ku gelek hevalên me yên rojnameger serlêdan bikin. Em hemû bi hêz in lê ger bi hev re bin, dengê me hemûyan derbikeve û em zêde bibin dê dengê me bihêztir derbikeve. Divê em rojnameger li ba hev bin, xwe bi rêxistin bikin û zêde bibin.”