Stratejî û armanca şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê – 2
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin Rûksen Muhemed bal kişand ser rol û mîsyona YPJ'ê ya di nava Şoreşa Rojava de û wiha got: "YPJ xwedî pergala xweparastinê ye û bi rêgezên azadiya jinan xwe birêxistin dike."
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-20250211-jpg8a475c-image-jpg93ee1f-image.jpg)
Pergala jinan a xweparastinê
SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê – Jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku xwe di astên cuda de birêxistin kirin, gihîştin pêwîstiya parastina destkeftiyan. Ji ber vê yekê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku ji sedî 50'yê Hêzên Sûriya Demokratîk temsîl dike û di sîstema xwe ya parastinê de xwedî xweseriyek serbixwe ye, hat avakirin.
Di 4'ê Nîsana 2013'an de Yekîneyên Parastina Jin konferansa xwe ya yekem li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Di konferansê de Yekîneyên Parastina Jin, wek yekem artêşa jinan a li Rojhilata Navîn hat îlankirin. Armanca wê ew bû ku parastina herêmên xwe bikin û destkeftiyên jinan biparêzin. Her wiha wekheviyê di nava civakê de ava bikin.
Yekîneyên Parastina Jin YPJ ji bo avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk, pîvanên xwe yên fikrî, felsefî û leşkerî da destpêkirin û parastina rewa ji xwe re esas girt. Ew li dijî hemû cureyên êrîşên li ser herêmê sekinî û bi hêza xwe şer kir. Di heman demê de li hember feraseta bavsalarî ya ku hezar salan ku li ser esasê yek netew, yek ol, yek ziman xwe berdewam dike, şer kir.
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûksen Muhemed ji ajansa me re qala armanca avakirina yekîneyê û destkeftiyên ku di salên şoreşê de bi dest xistine kir.
'YPJ li ser prensîbên azadiya jinan hat avakirin'
Rûksen Muhemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser avabûna Yekîneyên Parastina Jin û zehmetiyên ku destpêkê dîtine û wiha got: "Di navbera salên 2011-2013’an de Yekîneyên Parastina Jin komek biçûk di nava Hêzên Xweparastinê de bû. Tevî ku hejmara kêm bû jî dikaribû xwe birêxistin bike û di eniyên şer ên destpêkê de cih bigre. Bi zêdebûna hejmara jinan a di nava vê artêşê de, di sala 2013'an de me Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê ragihand. YPJ li ser bingeha prensîba azadiya jinan, wekheviya di navbera her du zayendan de, avakirina civakek demokratîk û ekolojîk û avakirina Sûriya piralî û ne navendî xwe birêxistin kir. Ev prensîb jî bû ezmûnek ji jinan re ku xwe bi pêş bixin û li hember êrîşan bi îsrar û biryar şer bikin."
'Jinan bi YPJ'ê hebûna xwe keşif kirin'
Rûksen Muhemed armanc û sedemên binavkirina Şoreşa Rojava ya bi navê şoreşa jinan, wiha anî ziman: "Çima em Şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan pênase dikin? Ji ber ku jinên Kurd bûn pêşengên vê şoreşê û bi pêş xistin. Bi riya şoreşê û pêşengiya jinan, edalet û wekhevî di nava civakê de pêk hat. Jinên ku ji qadên jiyanî bê par hatibûn hiştin û nebûbûn xwedî îrade, bi riya Yekîneyên Parastina Jin hebûna xwe keşif kirin. Bendên koletiyê şikandin. Her şoreşek divê di hemû waran de bê birêxistinkirin. Ji bo parastina destkeftiyên jinan a di Şoreşa Rojava de jî, pêdivî bi demezrandina yekîneyeke jinan hebû. Jinan nîşan dan ku qada leşkerî tenê bi mêran nehatiye sînordarkirin. Jinên ku li bendê ne kesek din parastina wan bike, ewê di nava bendewariyê de bimînin û kesayeta xwe azad nekin."
'YPJ bingeha xwe ji felsefeya Rêber Apo digre'
Rûksen Muhemed bal kişand ser stratejî û bîrdoziya ku Yekîneyên Parastina Jin dimeşînin û ev tişt anîn ziman: "YPJ li ser bîrdoziya azadiya jinên ku xwe li ser felsefeya Rêber Apo perwerde kirine xwe bi rêxistin dike. Rêber Apo di felsefeya xwe de tekez dike ku jinên bi rêxistinkirî û perwerdekirî dikarin xwe û civakê bi rêve bibin, axa xwe biparêzin û tu alîkarî ji kesî nexwazin. Jinên ku hêza xwe ji vê bîrdoziyê girtine, şoreşê bi rêve birin û ber bi azadiya xwe ve dimeşin. Di Yekîneyên xwe de me giranî da aliyê rewşenbîrî û perwerdê. Ji ber ku yên çekê digrin divê bizanibin ji bo çi ye. Perwerdeya fikrî cîhê sereke di stratejiya me de digre. Bi riya perwerdeyê dîroka jinan, rastiya wan û şoreşên ku di dîrokê de çêbûne hatin zanîn."
'Em ne aşiqê şer in em aşiqê azadiyê ne'
Rûksen Muhemed diyar kir ku bi riya van perwerdeyan şaşîtiyên jinan ên di şoreşên berê de dinirxînin da ku di vê şoreşê de dubare nebin û wiha pê de çû: "Em ji mîrateya jinan ên bi şoreşên berê hebûna xwe nîşan dane, hêzê digrin. Şaşîtiyên ku hatine kirin dinirxînin ji bo careke din dubare nebin. Bi vî awayî em dikarin jinan di warê fikrî û leşkerî de amade bikin ew jî bi riya akademiyan e. Em ne aşiqê çek û şeran in, em aşiqê azadî û jiyana bi rûmet in. Em dixwazin jiyana layîqî jinan û gelên ku di dîrokê de hatine çewisandin, ava bikin. Jin di warê leşkerî de di hemû beşan û taybetmendiyan de xwedî karekî bilind in û yekîneyên wan pergaleke parastinê ya tam pêk tînin."
'Di nava hêzên giştî de serxwebûna xwe parast'
YPJ’ê piştî demezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di sala 2015'an de hat damezirandin, cîhê xwe di QSD’ê de girt û serxwebûna xwe parast. Derbarê serxwebûna Yekîneyên Parastina Jin de Roksan Muhemed ev tişt anî ziman: "YPJ hemû biryarên ku girêdayî wê ne, bi hemû beşên xwe yên perwerde û stratejiya şer û parastinê serbixwe ye. Yekîneyên Parastina Jin statuya Hêzên Sûriya Demokratîk e û ji sedî 50 cîh di nava vê hêzê de digrin. Hemû biryarên ku QSD dide, bi YPJ'ê re tên parvekirin. Ev herdu hêz jî bi hev re li dijî dijmin şer dikin. Di şerê li dijî DAIŞ’ê û têkbirina wê de ev yek li pêş bû. Ji ber ku YPJ û QSD xwedî ezmûn û tecrubeyên mezin ên leşkerî û projeyeke niştmanî ne, ew dikarin bibin tovên artêşa Sûriyê."
'Ew bû sîwana hemû jinên azadîxwaz'
Roksan Muhemed destnîşan kir ku bi pêşengiya jinên Kurd Yekîneyên Parastina Jin hemû pêkhate û mezheban di nava xwe de dihewîne û wiha pêl da gotinên xwe: "Piştî berxwedana Yekîneyên Parastina Jin, di şerê Kobanê yê di sala 2014'an de li hemberî DAIŞ’ê bi ser ket û ew têk birin. Jinên ji pêkhateyên Ereb, Tirkmen, Ermen, Suryan, Aşûr, heya jinên ji dewletên Ewropayê tevli refan bûn û ji têkoşîna YPJ'ê bi bandor bûn. Têkoşîna YPJ'ê sînoran derbas kir. Ew bû sîwana hemû jinên azadîxwaz û nûnertiya wan dike. YPJ’ê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li ser rûyê erdê pêk anî."
'YPJ berxwedan û têkoşîna jinan di dîrokê de dinvîse'
Roksan Muhemed diyar kir ku YPJ rastî û dîrokê bi destên jinan dinvîse û wiha domand: "Lehengî û têkoşîna jinên ku niha li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozeqê dimeşînin, nûnertiya dîroka nû ya jinan dike. Ji ber vê yekê em dikarin sedsala 21' an, bi navê sedsala jinan pênase bikin. Dîroka têkoşîna YPJ'ê bi destên jinan tê nivîsandin. Ji ber tirsa dagirkeriyê ji pêşeng û rêveberên jin heye loma di salên dawî de herî zêde wan dike hedefa êrîşên xwe. Armanca van êrîşan, têkbirina têkoşîn û berxwedanê ye. Lê ev siyaset tu carî bandorê li ser hêz, îrade û vîna jinan nake. Em wek Yekîneyên Parastina Jin di pêkanîna jiyana wekhev, demokratîk û adil de bi îsrar, têkoşîna xwe berdewam dikin."
'Em xwedî pergala xweparastinê ne'
Der barê daxwazên YPJ'ê yên li Sûriya nû de jî Roksan Muhemed wiha got: "Erkdarkirina jinan tenê di hinek cîhên rêveber ên hikûmetê de têr nake û dawazên me bi cîh nayne. Em xwediyên dîrokeke tijî berxwedan û têkoşîn in. Ji ber vê yekê divê rola jinan di Sûriya pêşerojê de aktîf be. Ji bo misogerkirina maf û azadiya xwe divê di nivîsandina destûra nû de amade bin. Jin dikarin erkên wezareta parastinê yan jî wezaretan bigrin ser milên xwe û bi cîh bînin. Jinan bi Şoreşa Rojave vê yekê nîşan dan. Ti feraset nikare vîn û îradeya me bişkêne. Ji ber ku em xwedî pergaleke parastinê ne. Jin dikarin xwe bêhtir bi rêxistin bikin û parastina hebûna xwe li Sûriya nû bikin, mafên xwe û hemû pêkhateyan biparêzin. Divê kotaya jinan weke Rêveberiya Xweser ji sedî 50 be."