Li Îranê çalakvanek jin hat binçavkirin
Çalakvanek jin li parêzgeha Kohgîlûye û Boyer Ehmed ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gor medyaya Îranê çalakvanek jin li parêzgeha Kohgîlûye û Boyer Ehmed ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin.
Li gor nûçeyê, duh çalakvaneke jin a 30 salî ya li devera Yasûcî ya parêzgeha Kohgîlûye û Boyer Ehmed ji aliyê hêzên asayişa Îranê ve hate binçavkirin.
Her wisa ajansê ragihand ku hêzên Îranê bi hinceta lacik nedaye serê xwe û li ser cadeyê dirûşmeyên li dijî Xameneyî berz kirine hatiye binçavkirin.
Di heman demê de hate zanîn komek çalakvan û azadîxwaz li navçeya Dêhdeşt ya ser bi parêzgeha Kohgîlûye û Boyer Ehmed meşek ya protestoyê lidar xistin û dirûşmeyên ‘Bimre Xamneyî’ berz kirin. Li ser vê yekê di navbera hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê û meşvanan de alozî û pevçûn derket, hêzên ewlekariyê raste rast çalakvan gulebaran kirin û du çalakvan hatin binçavkirin.