Stranbêj Melek Mosso hedef hat nîşandan

Stranbêj Melek Mosso ku di qada ‘Strana Cover a Herî Bihêz’ de xelata ku girt diyarî jinên ku hatine qetilkirin kir, li ser medyaya dijîtal bû hedefa alîgirên AKP’ê.

Navenda Nûçeyan – Melek Mosso ya di merasîma xelatan ya Muzikê a Power Turk de di qada ‘Strana Cover a Herî Bihêz’ de xelat girtî û ev xelat diyarî jinên hatine qetilkirin kir, hedef hat nîşandan. Li ser medyaya dijîtal hinek kesên ku nêzî desthilatê Melek Mosso kirin hedef û xwestin ku li cihên ku şaredariyên AKP lê ne konserên wê werin betalkirin.

Piştî parvekirinan Melek Mosso di festîfala Kîraz ya Navetewî a Tekirdaxê de ku ji aliyê şaredariya Suleymanpaşa ya Tekirdaxê ve hatî organîzekirin wê di 11’ê Hezîranê de derbikeve ser dikê, hat zanîn ku ji bo betalkirina vê konsere zext tên kirin. Hîna ne zelal e ka wê konser were betalkirin yan na.

Çi bûbû?

Melek Mosso di merasîma Xelata Muzikê a Power Turk a 5’ê Hezîranê hat li darxistin de di qada ‘Covara herî bi hêz’ de xelat girt. Di axaftina xwe ya di merasîmê de diyarkir ku wê xelata xwe diyarî hemû jinên ku hatî qetilkirin kiriye û wiha got: “Ez vê xelatê diyarî rihê wan hemu jinan dikim ku bi sedsalan e di vê civakê de, di cîhanê de ji ber cilên xwe, kenên xwe, bi her tiştê jinbûnê hatin darizandin, qetilkirin û cihêkirin. Wê tu caran dengê me qût nebe. Ez jinek ku her tim rêzê li stranbêjên jin, hunermendên jin û jinên di vê civakê de digrim. Ez ê her tim li pişt wan bim. Kes nikare min bêdeng bike. Ez ê gotina stranan û berhemdanê bidomînim.”