Sophie Adenot bû yekem jina derveyî ÎSS’ê meşiyayî
Astronota Fransî Sophie Adenot îro xwe amade dike ku bi pêkanîna meşa fezayê, ji derveyî Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî wek ku 6 saet û nîv dom bike, bikeve dîrokê.
Navenda Nûçeyan – Meşa fezayê ya astronota Fransî Sophie Adenot, mîsyonek li derveyî Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) ji bo guhertina antenên ragihandinê yên ku îstasyonê bi Erdê ve girêdide, digre nava xwe. Armanca vê çalakiyê başkirina amadebûna pergalên krîtîk û destekkirina karê lênêrînê li ser platforma li guzergehê ye.
Astronota Ajansa Fezayê ya Ewropî Sophie Adenot îro, xwe amade dike ku wek yekem jina Fransî ku di mîsyoneke navneteweyî ya fezayê de meşek li fezayê pêk tîne, bikeve dîrokê. Meşa fezayê dê bi qasî şeş saet û nîvan bidome.
NASA’yê bi awayek zindî weşand
Dema Sophie Adenot û astronotê NASA’yê Anel Menon dest bi amadekariyên meşa xwe ya fezayê kirin, NASA’yê weşana zindî ya operasyonê da destpêkirin. Di dema meşa fezayê de, her du astronot dê peywirê biguherînin anteneke ragihandinê ya ku Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî bi erdê ve girêdide. Ajansê ev pêkhate wek girêdanek ragihandinê ya girîng ku veguhestina daneyan gengaz dike û ragihandina bilez di navbera navenda kontrolê ya li Houstonê û îstasyona li guzergehê de mîsoger dike, pênase kir.
Dihat plankirin ku meş di 13’ê Tebaxê de pêk bê
Ev mîsyon yekem ezmûna meşa fezayê ya Sophie Adenot ku beşdarî koma astronotên Ajansa Fezayê ya Ewropî ya 2022’an bûyî ye. Di heman demê de Anil Menon piştî beşdarbûna di çalakiyek li derve de bi astronota NASA’yê Jessica Meir re di 6’ê Tebaxê de ezmûna xwe ya duyemîn dijî.
Dihat plankirin ku mîsyon di 13’ê Tebaxê de pêk bê, lê NASA’yê piştî ku pirsgirêkek bi sensora karbondîoksîtê ya di cilê Menon de dît, biryar da ku çend rojan paş ve bixe. Piştî ku cil hat rakirin, sensor vegeriya rewşa xwe ya normal, ajansê tercîh kir ku berî ku ronahiya kesk bide mîsyona nû, demek zêde bide da ku piştrast bibe ku ti xetereyên potansiyel tune ne.