Rojnamevanên jin ên Şengalê: Ragihandinê dengê fermanê gihand cîhanê
Li Şengalê yekemîn Konferansa Yekîtiya Ragihandina Êzîdxanê bi beşdariya delege û nûnerên saziyan li Geliyê Kersê hat lidarxistin. Di konferansê de rola ragihandinê ya di şikandina tecrîdê de hat tekezkirin û 10 endam ji bo meclîsa wê hatin hilbijartin.
Şengal – Yekemîn Konferansa Yekîtiya Ragihandina Êzîdxanê bi beşdariya 50 delegeyan û nûnerên Meclîsa Gel, Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ), Ragihandina Jinên Êzîdxanê (RAJÊ), Komîteya Dîplomasiyê, Ragihandina Êzîdxanê û Akademiya Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê li Geliyê Kersê hat lidarxistin.
‘Jinên rojnamevan nêrîn û nirxandinên girîng kirin’
Hola konferansê bi wêneyên cangoriyên fermanê, şervanên YJA-STAR, HPG û YJŞ-YBŞ'ê hatibû xemilandin. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa Şengalê Azad Şengalî axivî. Piştre, di çarçoveya ji nû ve avakirina kar û xebatên Êzîdxanê de nêrîn hatin parvekirin û pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Jinên rojnamevan nêrîn û nirxandinên girîng kirin û gotin “Di nava civaka Êzîdxanê de beriya fermanê ne ragihandin hebû û ne jî jinên rojnamevan hebûn. Bi avabûna sazî û dezgehên Şengalê re, ragihandinê jî xwe rêxistin kir û lehengtiya şervanan, hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana civaka Êzîdî bi rêya wêne û dîmenan gihand cîhanê.”
‘Ragihandinê dengê fermanê gihand cîhanê’
Rojnamevan Hêvîdar Şengalî derbarê konferansê de axivî û anî ziman ku ew şehîdên Êzîdxanê bi bîr tîne û konferansê li hemû şehîdan pîroz dike. Hêvîdar Şengalî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di konferansê de nêrînên Rêber Apo hatin xwendin, mijarên girîng tê de hebûn. Beriya niha ji ber nebûna ragihandinê 73 ferman pêk hatin, lê kesî dengê me nebihîst. Ev ferman a 74'an de diyar bû ku kî me xilas kir û kî jî civaka me xiste nava xeteriyê. Em bi saya fikrên Rêber Apo û şehîdên ragihandina azad kar û xebatên xwe dimeşînin. Em jî weke jinên Êzîdî cihê xwe di ragihandina jinê de digirin. Çi tiştê ku ji me were xwestin, em ê pêk bînin.”
‘Ragihandina Êzîdxanê dengê Êzîdxanê ye’
Rojnamevan Emîra Sîmo jî li ser Yekemîn Konferansa Yekîtiya Ragihandina Êzîdxanê nêrînên xwe wiha anî ziman:“Em konferansa yekem a Yekîtiya Ragihandina Êzîdxanê li hemû civaka xwe pîroz dikin. Armanca me ya li Şengalê xurtkirina ragihandina xwe ye. Li Şengalê gelek dezgehên ragihandinê hene, lê ragihandinên derve nabin dengê Êzîdxanê. Em bi ragihandina Şengalê dixwazin pirsgirêkên civakî baş bidin xuyakirin. Berê di civaka me de jin di ragihandinê de cihê xwe nedigirtin. Em weke zarokên fermanê pêşengiya karê ragihandinê dikin. Armanca me ew e ku em jinên Êzîdî li derdora nirxan li hev kom bikin û vî şerê taybet ê li ser me tê meşandin bêbandor bikin.”
‘Ragihandina me bi keda şehîd Nûjiyan Erhan hat avakirin’
Emîra Sîmo da zanîn ku ji sala 2014'an ve ragihandina wan ava bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev jî bi keda şehîd Nûjiyan Erhan hat avakirin. Çawa ku şehîd Nûjiyan hat vir û êş û jana civaka me anî ziman, îro ev kar dikeve ser milên me. Dibe ku ew şehîd ketibe, lê divê em bi layiqî xwedî li wê barê ku daye ser milên me derkevin. Em ê xwedî li pênûs û kameraya wan derkevin; hedefa me ew e ku em pirsgirêkên civakê bînin ziman û ji aliyê hişmendî ve civakê ronî bikin.”
Piştî nirxandinan, 10 endamên meclîsê hatin hilbijartin ku 4 ji wan jin bûn. Tê payîn ku di demên pêş de li ser danezana konferansê daxuyaniyek bê dayîn.