NY: Xeza cihê herî kujer e ji bo xebatkarên mirovî

Bi raporek nû ya NY’ê eşkere dibe ku Zivîla Xezayê par di serê lîsteya cihên xeternak ji bo xebatkarên mirovî de bûye. Her wiha hatiye qeydkirin ku di cîhanê de ji nîvê zêdetir mirovên jiyana xwe ji dest dane li Xezayê bûne.

Navenda Nûçeyan – Bi raporeke nû ku ji hêla Ofîsa Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ve duh hat weşandin, diyar bû ku Xeza cihê herî kujer e ji bo xebatkarên mirovî, ji nîvê zêdetir mirina mirovan li çar aliyên cîhanê li Xezayê bûye. Rapor destnîşan dike ku ji 350 xebatkarên mirovî li Xezayê hatine kuştin.

Xebatkarên mirovî yên li deverên şer û pevçûnan bi gefên li ser jiyana xwe re rûbirû man, bi êrîşên rasterast ên li ser tîmên alîkariyê û xebatkarên tendirustiyê yên zêde, ev yek karê mirovî dike yek ji pîşeyên herî xeternak li deverên germ ên cîhanê.

Ji destpêka şer ve xebatkar û qada tendrustiyê tên hedefgirtin

Dane nîşan didin ku ev qad ji sedî 53 zêdetir ji mirina tomarbûyî di nav xebatkarên mirovî yên cîhanê de pêk tîne ku ev qad niha ji bo xebatkarên alîkariyê hawirdora herî xeternak e.

Ji destpêka şerê li Xezayê ve, raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî şêwazek dubare ya hedefgirtina rasterast a personelên tendirustiyê û tîmên rizgarkirinê li Xezayê belge kirine. Ev yek binpêkirina zagonên mirovî yên navneteweyî ye ku parastina xebatkarên tenduristiyê ye.

Qada tendrustiyê hat hedefgirtin

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nêzî 1000 êrîş li ser navendên tenduristiyê li Zîvala Xezayê hatine tomarkirin. Ev jî bûye sedema hilweşîna tevahî ya kapasîteya nexweşxaneyên mayî.

Zêdetirî hezar û 172 xebatkarên tendrustiyê hatine kuştin

Qeydên Filistînî û navneteweyî kuştina zêdetirî hezar û 172 xebatkarên tenduristiyê, di nav de 115 bijîşk û 290 hemşîre, ji bilî rewşên belgekirî yên girtin û îşkencekirina xebatkarên tenduristiyê belge dikin. Pisporên NY’ê vê wêrankirina sîstematîk a pergala tenduristiyê li Xezayê weke "tunekirina dermankirinê" bi nav kirin.