Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd tê lidarxistin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 3’emîn Koferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de li Silêmaniyê were lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 3’yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de bi li Silêmaniyê were lidarxistin.

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ku ji 41 rêxistinên jinan, partî, akademîsyen û kesayetên serbixwe pêk tê, di 27’ê Îlonê de li Silêmaniyê Yekem Civîna xwe ya Navberê li dar xist.

Platformê encamên civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de li Silêmaniyê were lidarxistin.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ku ji 41 rêxistinên jinan, partî, akademîsyen û kesayetên serbixwe pêk tê, di 27’ê Îlonê de li Silêmaniyê me yekem Civîna xwe ya Navberê li dar xist. Di civîna me ya Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd xebat û pêvajoya siyasî ya 7 mehan bi awayekî berfireh hat nîqaşkirin û bi plankirina xebatên Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd bi encam bû. 

Di civîna de ku pêvajoya ku em tê de derbas dibin, ji bo gelê Kurd û jinên Kurd xwedî girîngiyek dîrokî ye divê pêvajoya ku dinya û herêma me ji nû ve tê dîzaynkirinde Yekîtiya Neteweyî ya demokratîk weke erkek derket pêş û ev erk neyê taloqkirin hat nirxandin. Gelê Kurd ku bi her cure têkoşîn, berxwedan û şer hebûna xwe îsbat kiriye, hê dernexistinan hêza Yekîtiya Neteweyî weke xeteriyek mezin a neteweyî hat tesbîtkirin. Parçebûna neteweyî bûye sedem ew e ku jinên Kurd rastî jenosîdê werin, di encama dagirkeriyê de rastî sûcên şer, kedxwarin û bîrdoziyên koletiyê werin. Di civîna me de azadiya jinên Kurd di têkoşîna Yekîtiya Neteweyî de derbas dibe, Yekîtiya Neteweyî azadiya jinan pêk bîne û girîngiya pêşxistinê nîqaş kir.

Mihrîcana jinên Kurd

Civîna me, pêvajoya 7 mehên dawî ya Pltaforma Neteweyî ya jinên Kurd ku di 5’ê Nîsana 2025’an de hat avakirin, ji her parçeyê Kurdistan û dîasporayê avakirina Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd û biryara lidarxistina konferansê bixe meriyetê erênî hat nirxandin. Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê konferansên xwe li dar xist, li başûrê Kurdistanê û Ewropa amadekariyên konferansê tên kirin. Di encama van geşedanan de, di plansaziyê de biyar hat dayîn ku Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd û her sal li herêmeke KurdistanêMihrîcana Çanda Jinên Kurd were lidarxistin.  

Li gorî vê: Biryar hatiye dayîn ku Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de li Silêmaniyê were lidarxistin. Komîteya Amadekariya Kongreyê hatiye damezrandin û xebatan dest pê kiriye. Biryar hatiye dayîn ku Kongre dê bi 300-350 delegeyan were lidarxistin, bi amadekariyên pêşîn ji bo peymanek yekîtiya neteweyî û modelek rêxistinî were lidarxistin. Komîteya Amadekariya Kongreyê dê di vê heyamê de erkên rêveberiya Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd pêk bîne û Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd dê ji çalakiyên kongreyê ya ji beşan berpirsyar be.

Meşa TJA’yê hat silavkirin

Biryara lidarxistina mihrîcana Çanda Jinên Kurd li Rojava  û destpêkirina xebatan di civîna me de fermî bûye. Civîna me meşa li Bakurê Kurdistanê ku di bin pêşengiya TJA’yê bi dirûşma ‘Meşa Çareseriya Demokratîk’ silav kir û ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd hemû Kurdan vexwend piştevaniyê. Civîna me di heman demê de ji ber girtina deriyê sînor ê Sêmalka endamên platformê nikaribûne tevli civînê bibin û ev yek jî weke astengiya li pêşiya yekîtiya neteweyî ye. Bang hat kirin ku divê dawî li van kiryarên xelet were.”