Prof. Huda Rizk: Divê dewleta Tirk cidî nêzî pêvajoyê bibe

Profesor Huda Rizq bal kişand ku berdewamiya girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zirarê dide pêvajoyê û xwest dewleta Tirk cidî li ser meseleyê bisekine û ji bo guherîna rastîn merc werin avakirin.

EMAL MUHEMED

Beyrûd – Pêvajoya aştiyê, ji ber dînamîkên siyasî, civakî û dîrokî yên ku ketine nava hev, heta du bibêjî mijareke hesas û tevlîhev e. Bi armanca bidawîbûna pevçûnan û çêbûna îstîqrarê, gelek hewldan çêbibin jî ji ber ku dewleta Tirk îradeya siyasî ya ji bo aştiyê nîşan nade, li pêşiya pêvajoyê dibe astengî. Perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk, qebûlkirina piraniyan, wekheviya zayenda civakî li ser esasê çareseriya bê şîdet, ji bo çêbûna aştiyeke mayînde pir girîng e. Lê ji ber ku ev bang ji aliyê dewleta Tirk ve her dem tune tên dîtin, hêviyên ji bo aştiyê qels dibin û ji bo pêşeroja aştiyê fikarên cidî bi xwe re tîne.

'Jin bingeha her projeya civakî ya serkeftî ne'

Profesora sosyolojiya siyasete Huda Rizq di nirxandina ji bo ajansa me re bal kişand ser rola diyarker a jinan di siyasetê de, diyar kir ku divê çarçoveyeke hevpar a ku ji bo aştî û îstîqrarê, hemû nijad û mezheb werin ba hev were avakirin. Huda Rizq, diyar kir ku têkoşîna jinan a di vê pêvajoyê de ne tecrubeyeke demborî, îsbata berxwedana wan a xwedî kok a ku bandora xwe li ser guherîna civakî çêkiriye nîşan dide. Huda Rizq wiha got: "Bêyî beşdariya jinan a bi awayê çalak, ne em dikarin behsa civakeke pêşketî, ne jî ronasansê kirin.”

'Pêdiviya bingehîn ew e ku jin bibin xwedî mafên wekhev'

Huda Rizq di nava gotinên xwe de bal kişand ser rol û mafên jinan di civakê de û wiha berdewam kir: "Li gorî gotinên birêz Abdullah Ocalan, jin stûnên civakê ne û divê behsa wan ne tenê bi aliyên sembolîk an olî sînordar be lê divê axaftinên rastîn bin ku rewşa wan nîşan bidin. Jinan hê jî mafên xwe yên tevahî bi dest nexistine û dayîna hinek îmtiyazên fermî yan jî kotayên sembolîk ji wan re têrê nake. Divê mafên wan kokdar û bingehîn bin û di mafên siyasî û civakî de bi mêran re wekhev bên destgirtin."

'Rawestandina şer divê ji her du aliyan ve be'

Huda Rizq behsa ramanên Abdullah Ocalan kir û tekez kir ku wî cihê jin di civak û siyasetê de heq dikin daye wan. Huda Rizq wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî salên dirêj ên girtîgehê jî ew dikaribûye ramanên nû bi bandor bi pêş bixe, bi taybetî der barê mafên jinan û gelê Kurd de. Birêz Ocalan daxwaza çekberdanê kir weke gavek ber bi bidawîanîna şer ve tê hesibandin. Di heman demê de wî tekez kir ku rawestandina şer divê ji her du aliyan ve were, di nav de dewleta Tirkiyeyê jî ku divê mafên siyasî, civakî û destûrî yên Kurdan nas bike."

'Derketina birêz Ocalan ji zindanê gavek ji bo xurtkirina jiyana civakî ye'

Huda Rizq tekez kir ku divê derketina Abdullah Ocalan ji zindanê weke gavek ber bi başkirina jiyana civakî ve divê were dîtin, ne tenê wek bûyereke şexsî. Huda Rizq destnîşan kir ku girtina wî ya berdewam xizmeta aştiyê nake û divê dewleta Tirk vê însiyatîfê cidî bigire û cihê pêwist bide wê da ku guhertinê pêk bîne.