3 sal cezayê girtîgehê li hunermend Parya Marandiz hat birîn
Hunermenda Parya Marandiz a li Tehranê dijî, ji aliyê Şaxa 23’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê û cezayê du salan qedexekirina fealiyetên medyaya dijîtal hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Hunermenda Bahaî Parya Marandiz a li Tehranê dijî, ji aliyê Şaxa 23’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcdariya" di şerê 12 rojan de propagandaya li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê " û "propagandaya ji bo xurtkirin û piştgiriya rejîma Îsraîlê" mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê û cezayê du salan qedexekirina fealiyetên medyaya dîjîtal hate kirin. Beşek ji vê cezayê hunermend hate taloqkirin.
Li gorî raporên hatine belavkirin, Parya Marandiz beriya demkî kurt ji aliyê Şaxa 23’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê hate kirin û her wiha rastî cezayê 2 salan qedexekirina fealiyetê medyaya dîjîtal jî hat.
Li gorî madeya 134’emîn a Qanûna Cezayê ya Îslamî, du sal cezayê girtîgehê ya ji ber çalakiyên propagandayê yên piştgiriya rejîma Îsraîlê, dê ji vê welatiya Bahaî re bê dayîn. 18 mehên cezayê girtîgehê, ji bo 5 salan hate taloqkirin.
Parya Marandiz, îsal di meha Hezîranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve demek kurt hate binçavkirin û mala wê hate lêgerîn kirin. Di dema lêgerînê de eşyayên wê û malbatên wê hatin desteser kirin.
Her wiha Parya Marandiz, di 30’ê Hezîranê, 10’ê Tîrmehê û 22’ê Tîrmehê de ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve ji bo lêpirsînê hate vexwandin û her car çend saetan hate lêpirsîn. Danişîna lêpirsîna vê welatiya Behayî di 16’ê Tebaxê de li Buroya Lêpirsînê ya Hejmar 3’an ya Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Navçeya 33’emîn a Tehranê pêk hat. Piştî danişînê, bi kefaleta 3.5 milyar tûmenî hate berdan.
Danişîna lêkolînkirinê sûcên Parya Marandiz lêkolîn, di 21’ê Îlonê de li Şaxa 23’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê pêk hat.