Ji xwendekarên Zanîngeha Khajeh Nasir a li Tehranê xwepêşandan
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Khajeh Nasir al-Din a li Tehranê, li dijî polîtîkayên îdarî yên zanîngehê û pirsgirêkên civakî yên dijîn, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Khajeh Nasir al-Din a li Tehranê ve 28’ê Îlonê li kampusa Vanak û avahiya sereke ya zanîngehê hate dest pê kirin, roja 29’ê Îlonê li wargeha Danesh Gostar jî berdewam kir, ket roja xwe ya duyemîn.
Xwendekaran, bi berzkirina dirûşmeyên li dijî polîtîkayên cudakar û bêxemiya rayedarên zanîngehê, li hewşa wargehê kom bûn û piştre korîdorên yûrdê tijî kirin. Xwendekaran, diyar kirin ku heta pêkanîna daxwazên xwe, wê xwepêşandana xwe bidomînin.
Xwendekaran di xwepêşandanê de van dirûşmeyên berzkirin; ‘Xwendekar dimre lê zîletê qebûl nake’, ‘Zanîngeh xwedisperê pereyan, xerca bi darê zorê’, ‘Ne xwaringeh û ne jî yûrd heye, dizî didome’.
Di nava daxwazên sereke yên xwendekaran de, zêdebûna bihayên xwarinê, rakirina servîsa veguhastinê ya yûrda keçan a binavê Andişeh û bêserûberiyên di hilbijartina dersan û bernameya xwendinê de, cih digre.